Parêzer: Delîlên kuştina Pakîze winda dikin 2017-07-12 13:11:51 AMED – Parêzerê doza kuştina Pakîze Hazar dişopîne Serdar Yel, diyar kir ku delîlên kuştinê tên veşartin û dixwazin polîsê bersûc Sercan Kara bê ceza bihêlin. Di 14’ê Hezîranê de dema pîra 85 salî Pakîze Hazar ji gund çû navçeya Lîcê ya Amedê û xwest mûçeya xwe bistîne, polîsan bi maşîna zirxî li Hazar qeliband û ew li kolanê qetil kiribû. Ajovanê maşîna zirxî polîs Sercan Kara piştî li qereqolê îfadeya wî hat girtin serbest hatibû berdan. Parêzerê doza kuştina Hazar Serdar Yel, diyar kir ku delîlên di dosyayê de tên veşartin û dixwasin ser bûyerê veşêrin û polîs biparezin. Yel, destnîşan kir ku li gel di raporan de hatiye qeydkirin ku mirina Pakîzeyê ji ber sersariya ajovane jî, negirtina bersûc encama polîlîkayên necazakirinê ye. Yel, anî ziman ku wan ji dozger xwestine ku hemû delîl di dosyayê de cih bigirin û wiha got: “Me ji dozgerê lêpirsînê dişopîne xwest delîl neyên veşartin. Me xwest dîmenên kameraya wesayitê di dosya dozê de cih bigirin. Ger ku ev dîmen di dosyayê de cih negirin, tê wateya ku dixwazin bersûc ceza nekin. Polîsê ajovan hêj nehatiye girtin. Hêj li derve digere. Piştî ku îfadeya wî hatiye girtin hatiye berdan. Em nizanin ku polîsê bersûc ji kar hatiye dûrxistin an na. Gelek delîl û agahiyên di dosyayê de tên veşaritin. Em dê her dem dozê ji nêzîk ve bişopînin."