Dervîş: Temanê DAIŞ'ê tê dirêjkirin 2016-12-09 09:19:19 MINBIC- Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş dest nîşan kir ku, bi vekişîna YPG'ê re TSK û OSO êrîşên xwe zêde kirine û got, êrîş temenê DAIŞ'ê dirêj dike, ew bi hêza xwe dikarin bajêr biparêzin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş têkildarî êrîşên TSK û komên OSO'yê yên li bakurê rojavayê Minbicê û li dijî gundên Babê, ji ajansa me re axivî û got, dixwazin Minbic bê dagirkirin, êrîşên TSK û OSO'yê tên wateya dirêjkirina temenê DAIŞ'ê. 'BI VEKIŞÎNA YPG'Ê RE ÊRÎŞ ZÊDE BÛN' Dervîş dest nîşan kir ku, ew ê li hemberî êrîşên TSK û OSO'yê bêdeng nemînin û diyar kir ku, ew ê bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Minbicê rizgar bikin û got, YPG ji bo ewlehiya bajêr û perwerdekirina şervanên wan alîkariyê dike. Dervîş da zanîn ku, YPG di 19'ê mijdarê de hemû hêzên xwe ji Minbicê derxistiye û piştî vê, Tirkiye êrîşî wan kiriye. Dervîş got, bi vekişîna YPG'ê re êrîş zêde bûne û wiha domand:"Bi vekişîna YPG'ê re fikirîn ku Hêzên Leşkerî yên Minbicê lawaz in. Lê ev bê diyarkirin wê baş be. Zêdeyî 5 hezarî şervanên me hene. Di demên dawî de jî bi sedan ciwan tevlî me bûn. Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wan qat bi qat bersivê bidin." ‘TEMENÊ DAIŞ'Ê TÊ DIRÊJKIRIN' Dervîş dest nîşan kir ku, di êrîşên TSK û OSO'yê de du mebest hene û wiha domand:"Ya ewil, piştî Minbicê qadên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin û azadkirin, wê têkevin bin kontrola kê. Ya duyemîn, astengkirina operasyonên li dijî DAIŞ'ê ye. Temenê DAIŞ'ê tê dirêjkirin. Çimkî êdî DAIŞ'ê di nav tevlîheviyekê de ye û hêza wê yî şer bike nema ye. Heke ne ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî hêzên azadiyê bûna, wê ji vir heta helebê her der ji çeteyan bihatana paqijkirin. Êrîşên wan di wesfa alîkariya bi DAIŞ'ê de ne. Kes nikare vê înkar bike. Li gel vê, ji bo pêngava Reqayê asteng bikin jî vê dikin." ‘BI XWÎNA ME ZILMA DAIŞ'Ê PAQIJ DIKIN' Dervîş dest nîşan kir ku, bi êrîşên TSK û OSO'yê re bi hezarn mirov ji warên xwe koç kirine, bi sedan jî hatine qetilkirin û diyar kir ku, wê êrîş wan netepisînin, hêzên Minbicê azad kirine, dikarin Minbicê biparêzin û ew ê li hemberî hêzn dagirker serê netewînin. Dervîş ragihand ku, heke êrîş bidomin û ew ê bi awayekî zexm bersivê bidin û got, li dijî êrîşan gelek derdor xwe li bêdengiyê datînin û dest nîşan kir ku, di serî de hêzên navnetewî û gelekên din, bê bertek in û ev bêbertekiya wan nayê fêmkirin. Dervîş anî ziman ku, ew zilma DAIŞ'ê bi xwîna xwe ji serê cîhanê paqijkir dikin û dest nîşan kir ku, divê li dijî êrîşan bêdengî tune be.