Rewşa Zara Koç a du canî birin rojeva Meclisê 2017-07-12 15:27:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk îşkenceya li jina du canî Zara Koç tê kirin bir Meclisê. Koç ji 3’yê tîrmehê ve hatiye binçavkirin û rewşa wê ji Wezerê Dadê pirsîn. Jina du canî Zara Koç ji 3’yê Tîrmehê ve li Miduriyeta Polîsan a Bozyaka ya Îzmîrê di binçavan de tê ragirtin û li gel îfadeyên wî xelas bûye jî wê sewqî dozgeriyê nakin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk rewşa Koç ji Wezîrê Dadê pirsî. Bîrlîk, ji Wezereta Dadê ev pirs kirin: * Zara Koç a 9 meh e du canî ye û 9 roj e di binçavan de ye, heya we jê heye? * Hinceta ku Zara Koç ev 9 roj e li TEM’ê tê ragirtin çi ye? * Jinek du canî ku bi jana welidandinê nê re rû bi rû ye, ragirtina wê ya di binçavan de gelo ne îşkence ye? * Îşkenceya li Zara Koç tê kirin dê kengê bi dawî bibe?