Li axurê hat selihandin dijîn 2016-12-09 09:21:08 COLEMÊRG - Li Taxa Gungorê ya Geverê 3 malbatên ku di dema operasyonên hêzên dewletê malên wan hatin şewitandin ji ber bêderfetiyê goma pezî û tenûra xwe veguherandin cihê hêwirandinê. Malbata ku ji 11 kesî pêk tê û gelk jê zarokên biçûk in, ji bo careke din malên xwe ava bikin banga piştgiriyê kirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê,di operasyonên hêzên dewletê yên 79 rojî berdewam kir de bi hezaran mal hilweşiyan û ji ber vê her diçe çîrokên zor û zehmetiya malbatên ji bo jiyînê li ber xwe didin, dilsojtir dibe. Li Taxa Gungorê, 3 malbatên ku malên wan hemû hatin şewitandin jî ji ber bêderfetiyê li goma pezên xwe û tenûra ku nan dipêtin bi cih bûn. Zehmetiya malbata ku ji 11 kesî pêk tê û 7 jê zarokên temenên wan di navbera 3-9'an de diguhere, bi hatina zivistanê re dijwartir dibe. Malbatên ku hin cihên malên xwe yên ji ber barîna berfê her tim dilop dike bi naylonan pêçandine, ev nêzî 5 meha ye di vê rewşê de ne. Tekane xwestaka malbatan jî, ji nû ve avakirina malên wan e. ‘TU AMÛREKE ME NEMA’ Zeynep Onma ya li tenûra li cem cihê wê yî hêwirandinê nanî dipihêt got, wan ji ber bêderfetiyê goma xwe kiriye du beş û ew nikarin bikevin malên bi kirê jî. Onma balê kişand ser şert û mercên zehmet ên zivistana li navçeyê jî û wiha bang kir: “Tu amûreke me yê malê nema ye. Herî zêde di warê paqijiyê de em zehmetiyê dikêşin. Divê di her warî de alîkarî ji bo me bê kirin.” ‘EM DIXWAZIN CAREKE DIN MALA XWE AVA BIKIN’ Nigar Onan, dayika 3 zarokên biçûk jî diyar kir ku, ew di dema qedexeyê de li gund dijiyan û piştî hatin jî ji ber bêderfetiyê serî li vê pergalê dane. Onan bi vî awayî behsa rewşa xwe kir: “Em 19 kes in. Lê ji ber ku cihê me teng e 7 kes hîn jî li gund dimînin. Hevjînê min ê bi awayekî demî dixebite jî di heman demê de nexweş e. Em nikarin biçin nexweşxaneyê jî.” Onan dest nîşan kir ku, ew naxwazin axa xwe biterikînin û ji bo vê jî bang li xêrxwazan kir, da piştgiriya wan bikin.