Ji sersariya şaredariyê welatî di nav tozê dene 2017-07-13 09:21:58 RIHA - Li Rihayê niştecihên Taxa Selçûklûyê ji bo çêkirina riyên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin welatiyan dişîne Şaredariya Navçeya Eyyûbiyeyê û ya Eyyûbiyeyê jî wan dişîne ya mezin û bi vî awayî riyên taxê nayên çêkirin. Welatî havînê ji ber roz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin. Li Rihayê niştecihên Taxa Selçûklûyê ji bo çêkirina riyên 30 metrekareyî yên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin welatiyan dişîne Şaredariya Navçeya Eyyûbiyeyê û ya Eyyûbiyeyê jî wan dişîne ya mezin û bi vî awayî riyên taxê nayên çêkirin. Welatî havînê ji ber toz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin. Keyayê taxê Cengîz Yildiz, anî ziman ku wan mijar ragihandiye Karên Fenê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nîhat Çîftçî, lê belê bi tu awayî xebat nehatine kirin. Her wiha niştecihên taxê jî ji bo peyarêyan serî li Şaredariya Eyyûbiyeyê dane, lê belê şaredarî ji wan re gotiye "Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi van karan re bilî dibe" û dema wan serî li Şaredariya Bajarê Mezin daye ji wan re gotiye "Şaredariya Eyyûbiyeyê li van karan dinihêre". ‘GEL TÊ BIÇÛKXISTIN' Keyayê taxê Cengîz Yildiz diyar kir ku wî ji bo çêkirina peyarêyan serî li Serokê Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mûsa Demîrkol daye, lê belê Demîrkol jê re gotiye "Ew der aîdî Eyyûbiyeyê ye. Ji bo çi tu ewqas pê re eleqedar dibî?" Yildiz ragihand ku Demîrkol gotiye "Ez li wir tu xebatê nakim. Biçe gilî bike, tu giliyê kê dikî bike". Yildiz, anî ziman ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nîhat Çîftçî jî gotiye ez ê demildest peyarêyan çêbikim, lê belê ji bo çêkirina peyarêyan heta niha tu tişt nehatiye kirin. Yildiz got ku niştecihên Eyyûbiyeyê biçûk tên xistin û wiha axivî: "Divê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xizmeta gel bike ne ku gel biçûk bixe. Ev yek nayê qebûlkirin." ‘DÊ BI KÎJAN RUYÎ BÊN DOZA DENGAN BIKIN' Niştecihê Taxa Selçûklûyê Mahmût Baran jî, diyar kir ku ev saleke ku peyarê nehatine çêkirin û ew havînê di nav toz û tebarê û zivistanê jî di nav heriyê de ne. Baran, anî ziman ku dema ew serî li Şaredariya Eyyûbiyeyê didin wan ber bi Şaredariya Bajarê Mezin ve dişînin û ya mezin jî wan ber bi ya Eyyûbiyeyê ve dişîne û wiha pirsî: "Madem xizmetê nakin nexwe dê ji bo hilbijartineke din bi kîjan ruyî, bên û doza dengan bikin." Li ser van îdiayan Serokê Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mûsa Demîrkol jî ev bersiv da: "Ji bo çêkirina peyarêyan me gelek caran ekîpmanên xwe şandin wir. Lê belê niştecihên taxê û keya dibêjin heke peyarê bên çêkirin dê rê teng bibe û bi vî awayî destûr nedane ku bên çêkirin. Tiştên keya dibêje jî ne rast in."