Şahidên 14’ê Tîrmehê: Ji bilî berxwedanê tu çareya me tune bû 2017-07-13 09:24:11 AMED – Şahidên berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê yên zindana Amedê diyar kirin ku ji bilî berxwedanê tu çareyek wan tune bû û bi nîşandana berxwedana mezin hemû pêkanînên dij mirovane vala derxistin. Şahidan got ku berxwedana Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji têkoşîna gelê kurd re bûye ronahî. Ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Jimara 5’emîn a Zîndana Amedê li dijî pêkanînên dij mirovane û îşkenceyê derketin û dest bi berxwedana rojiya mirinê kirin. 35 sal di ser berxwedana her çar çaran re derbas bû. Di zindana Amedê de cara ewil di 1980’an de ku Kemal Pîr û Hayrî Durmuş jî hebûn girtiyan dabû dest pê kirin. Midûrê Girtîgehê yê wê demê Esat Oktay Yildiran soz dabû girtiyan ku dê îşkence û pêkanînên dijwar bi dawî bibin û mafê parastina siyasî nas bike. Oktay ê ku soza xwe bi cih neanî carek din fermana îşkenceyan da û dewam kir. MAZLUM DOGAN BÛ PÊŞENG Li dijî vê îşkenceyê di 21’ê Adara 1982’an de ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan li dijî wahşetê di cejna Newrozê de bi sê darikên niftikê bedena xwe da ber agir û pêşengê berxwedêran. Piştî çalakiya Dogan, di 18’ê Gulana 1982’an jî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner di hucreya lê diman mil dan milê hev û din û agir berdan bedana xwe. LI DIJÎ ZILMÊ ROJIYA MIRINÊ DEST PÊ KIR Li gel van berxwedan û çalakiyan li girtîgehê îşkence û wahşetê bênavber berdewam kir. Li ser vê yekê ji pêşengên PKK Hayrî Durmuş di salona danişînê de bang kir ku ew ê dest bi rojiya mirinê bike. Piştî biryara girtina çalakiya Durmuş gelek girtî piştgiriyê dan û dest bi rojiya mirinê kirin. Li gel Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di encama berxwedana rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê derbasî rûpelên dîrokê bû û bi saya vê berxwedanê ji wê rojê heta îro hemû bû bingeha destkeftiyên gelê kurd. Şahidên berxwedan û wahşeta wê demê ji dihaber’ê re axivîn. ‘AMED BAJARÊ PÎLOT HAT HILBIJARTIN’ Endamê Komelaya 78’an Huseyîn Bariş anî ziman ku ji aliyê cuntaya Kenan Evren ve Girtîgeha Amedê bi awayekî polîtîk hat hilbijartin û hemû kesên hedef dikirin li vê girtîgehê hatin komkirin. Bariş ev tişt got: “Ji bo vîna me bê şikandin hikûmeta cûntayê ferman dida û hemû pêkanînên dij mirovane li ser me didan meşandin. Wahşetên di dîrokê de nehatine dîtin li ser me dikirin. Dixwestin me bi van pêkanînên dij mirovane bikin îtirafkar û berî nav civakê bidin.” Bariş da zanîn ku ji bilî berxwedanê tu şansek wan din tune bûye û hevrêyê wan Mazlum Dogan riya berxwedanê nîşanî wan da. ‘BÛ RONAHIYA GELAN’ Bariş destnîşan kir ku her çirûskek ji bedena berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku firiyan li her kolanên bajaran û li çiyayên vî welatî bû ronahî û di heman demê de 14’ê Tîrmehê ji bo gelan jî bû ronahî. 'LI HEMBER BERXWEDANÊ BÊÇARE MAN’ Şahidê wê demê nivîskar Îrfan Babaoglu jî pêkanînên Girtîgeha Amedê şiband kampa komkirinê û li wir wahşeta bê tarîf hat meşandin. Babaoglu diyar kir ku êrîşên nijadperest ên bi pêşengiya Esat Oktay Yildiran rastî berxwedana Mazluman hat û slogana “Berxwedan jiyan e” bû bersiv. 'BI BERXWEDANÊ SERWERIYA DARBEYÊ ŞIKIYA’ Babaoglu da zanîn ku berxwedana rojiya mirinê rihek da afirandin û got: “Serweriya darbeya 12’ê Îlonê bi rûhê berxwedana rojiya mirinê hat şikandin. Ji wê rojê heta niha êrîş berdewam dikin. Lê belê tu demê teslimiyet çênebû. Ya herî zêde li ser min bandor kir û ez tu carî jibîr nakim çalakiya çaran e.” Babaoglu di berdewamiya axaftina xwe de berxwedana bi salan a Zîndana Amedê bibîr xist û got ku şoreşger û berxwedêr çawa li gel hemû şert û mercên neyînî jî çalakî dikin li Zîndana Amedê hat nîşandan û bû dîrokek bê dawî.