Colemêrgî: Xwedê aqil bide Erdogan 2017-07-13 11:39:13 COLEMÊRG – Bertekên li dijî axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re gotibû 'terorîst' zêde dibin. Welatiyên Colemêrgê diyar kirin ku Demîrtaş vîna 6 milyon kesî ye û gotin ku "Xwedê aqil bide Erdogan." Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di Lûtkeya G20'an de heqaret li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kirib û ji Demîrtaş re gotibû 'terorîst', li ser van heqaretên Erdogan, ji wekîl, siyasetmedar û gel bertek zêde dibin. Welatiyên Colemêrgê jî diyar kirin ku Serokomar Erdogan her kesî terorîst dibîne û wiha gotin: "Xwedê aqil û fikir bidê." Nacî Şahînoglu destnîşan kir ku kesê ku Erdogan wî wekî "terorîst" dibîne, vîna 6 milyon kesî ye û wiha axivî: "Vîna 6 milyon kesî li Meclisê tê temsîlkirin. Heke axaftina wî sûc be, wê demê wekîlên li Melisê jî sûc dikin. Demîrtaş serokê partiyeke siyasî ye." Huseyîn Apaydin jî got ku "Xwedê aqil û fikir bide Erdogan" û wiha pê de çû: "Li gorî Erdogan û AKP'ê li Tirkiyeyê her kes terorîst e. Wekîlekî di nava AKP'ê de jî îro bêje 'ez ji ax û welatê xwe û gundê xwe hez dikin' Erdogan dê wî jî wekî terorîst îlan bike." Orhan Şahînoglu jî destnîşan kir ku heke Demîrtaş "terorîst" be, ew jî terorîst in û Demîrtaş û siyasetmedarên kurd wekî vîna xwe pênase kir. Wekîlê Hevşaredarên Colemêrgê yê qeyûm li cihê wan hat tayînkirin Nazmî Coşkum jî ev tişt got: "Em vê teqes qebûl nakin." Welatiyê bi navê Mehmet Kurt jî aşkera kir ku her têkoşîn xwedî pêşengekî ye û anî ziman ku Demîrtaş jî pêşengê partiyeke siyasî ye. ‘DEMÎRTAŞ VÎNA ME YE’ Esnafê bajêr Ayhan Karaman jî diyar kir ku heke Demîrtaş terorîst be, wê demê Erdogan jî terorîst e. Metîn Bor ê pêlavan çê dike jî wiha axivî: "Demîrtaş dengê hemû colemêrgiyan girtiye. Peyva 'terorîstiyê' ya ji bo Demîrtaş bê hurmetî ye." Agacan Bor jî da zanîn ku Demîrtaş vîna gelê herêmê ye û ew dê xwedî li vîna xwe derkevin. Welatiyên wekî Kadîr Duran, Zafer Demîr û Mehmet Çîftçî jî destnîşan kirin ku Demîrtaş vîna milyonan e, Erdogan bi milyonan kesî terorîst îlan dike.