Derhenerê fîlmê ‘Reîs’ hat binçavkirin 2017-07-13 12:21:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Derhenerê fîlmê “Reîs” Alî Avci yê ku jiyana Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan kir mijara fîlmê hat binçavkirin. Derhener Ali Avci li ser jiyana Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan fîlmek bi navê “Reîs” çêkir. Du rojin mijara fîlm di rojevê de ye. Hat zanîn ku derhenerê fîlm Avci ji ber ku têkiliya wî bi Cemata Gulen re heye hat binçavkirin. Avci yê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Doç. Dr. Fetullah Karabîber ê ku li mala Avci bû ew jî di çarçoveya operasyona “Bylock” de hat binçavkirin. Avci herî dawî fîlmek bi navê “Hewldana darbeyê” ya 15’ê Tîrmehê ku kiribû mijara fîlm çêkiribû.