HDP'ê der barê TRT'ê de serlêdana sûc kir 2017-07-13 12:45:43 ENQERE - Parêzerên HDP'ê bi hinceta TRT'e "Peywira xwe xirab bi kar aniye" der barê wê de serlêdana sûc kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê TRT'ê de serlêdan sûc kir. HDP'ê diyar kir ku TRT cih nade nûçeyên der barê HDP'ê de, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de hat gotin "Peywira xwe bi xirabî bi kar tîne û nûçeyan asteng dike" bi vê rêyê sûc dike. Agahiya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat dayîn de, dê parêzerên partiyê der barê TRT'ê de dozaa 1 TL yî vekin.