HDP'ê daxwaza kelepçekirina Demirtaş anî rojeva meclîsê 2017-07-13 13:02:16 ENQERE – Parlamentera HDP'ê Sibel Yîgîtalp daxwaza kelepçekirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş anî rojeva meclîsê. Yîgîtalp, bi daxwaza Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne pirsname da meclîsê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp, têkildarî daxwaza kelepçekirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, bi boneya Wezîrê Dadê bibersivîne daxwazname da Wezirê Dadê Bekir Bozdag. Di 7'ê Tîrmehê de rûniştina Demîrtaş li 35'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê hatibû dîtin. Rayedarên girtîgehê xwestibûn Demîrtaş kelepçekirî bînin rûnştina dadgehê. Lê Demîrtaş kelepçe qebûl nekir û tev li rûniştina dozê nebû. Têkildarî mijarê Sibel Yigitalp pirsanme da meclîsê. Yigitalp di pirsnameyê de ev pirs pirsîn. *Hincetên zagonî yên kelepçekirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demirtaş çiye? * Parlamenterî û destnedayîna Birêz Demirtaş didome. Bi vê kelepçeyê kijan peyamê dide. Armanc çiye? * Sedema vê daxwaza kelepçekirina Hevserokê Giştî yê partiyekê çiye. Hikûmte bersîva wê çiye? * Hûn dizanin ku bi daxwaza kelepçekirina birêz Demirtaş, vîna 6 milyon kesên deng daye HDP'ê tê kelepçekirin. * Ev pêkaninên li dijî Birêz Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demirtaş dê bi dawi bibin." * Mafê darizandina aşkere mafekî rewa ye. Di vê rûniştinê de çima destûr nedan rojnameger tev li rûniştina doza Brêz Demirtaş bibe. Kê çima ev biryar dan?