Li Şemzînanê mayîn teqiya: 4 kes birîndar bûn 2017-07-13 13:39:27 COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê di navbera gundê Bêsosin û qereqola Aktutunê de li zozanê Silo mayîn teqiya, 4 welatiyên ku pincar berhev dikirin birîndar bûn. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di navbera gundê Bêsosin û Qereqola Aktutunê li zozanê Silo mayîn teqiya. Hat gotin ku 4 welatiyên li çoltarê pincar berhev dikirin bi giranî birîndar bûne. Li gorî agahiyan welatî li gundê Hordinê rûdinên û navê wan hêj nehatiye aşkerakirin. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.