Piştî peykerê Ehmedê Xanî, niha jî navê Cegerxwîn hat daxistin 2017-07-13 14:02:48 AMED – Qeyûmê Şaredariya Peyasa Amedê navê Navenda Çand û Hûnerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist. Ev navend ji bo bîranîna helbestvanê kurd Cegerxwîn hatibû avakirin. Pêkanînên sosret ên qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin berdewam dikin û li dijî navên kurdî û pêşengên kurdan bêtehamulî ji dewam dike. Piştî peykerê Ehmedê Xanî yê ji aliyê qeyûmê Bazîdê ve hat xerakirin, niha jî qeyûmê şaredariya Peyasa Amedê navê helbestvanê kurd Cegerxwîn daxist. Qeyûmê Şaredariya Peyasê tabeleya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist û serî li sosretek din da. Hat zanîn ku qeyûm navê "15 Temmuz Millet Kultur Merkezî" li navenda çandê kiriye. Navenda Çand û Hûnerê ya Ciwanan a Cegerxwîn di nîsana 2010’an de ji aliyê şaredariya DBP’î ya Kapapinarê ve hatibû avakirin. Li vir gelek dersen akademik, mûzîk û wêjeya kurdî dihatin dayîn. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Peyasê hat kirin navenda çandê hat desteserkirin û hemû xebatên wê hatibûn rawestandin.