Li Şirnexê 5 herem hatin qedexekirin 2017-07-13 14:03:33 ŞIRNEX – li 5 heremên girêdayî Şirnexê “Herema ewlehiya taybet” hatin îlankirin. Walîtiya Şirnexê herema Çiyayê Cudî, Uçkîraz, Ballikaya, Cevizlî Derebaşi û Kosrelî di bin navê “Herema ewlehiya taybet” qedexe kir. Qedexeya van heraman 15 roj dê bidome. Hêjayî gotinê ye ku her tim li van hereman operasyonên leşkerî pêk tê.