Dadgehê 2.5 sal cezayê wekîla HDP'ê Konca erê kir 2017-07-13 15:43:01 DÎLOK - Dadgeha Herêma Dîlokê, 2.5 sal cezayê parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca erê kir. 4'remîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliya Herêma Dîlokê 2.5 cezayê girtîgehê ku li Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca hatibû irîn erê kir. Dadgehê Herêmê ya Dîlokê 2.5. cezayê ku 2'emîn Dadgha Cezayên Giran a Êlihê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye li Konca birî bû erê kir. Heyeta dadgehê ji bo îtîraza li dijî girtina Konca jî diyar kir ku "Ez dê pêvajoya wê ya girtî li ber çavan derbar bikim. Konca di 13'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û di 3'ê Gulanê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hatibû darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê Konca berda bû û xwestibû ku bi "Endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. Parêzerên konca serî li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê dabûn, dadgeha Êlihê jî biryara bê şopandinê dabû doz şandibûn Dîlokê.