Dadgehê îşkenceya li Lîceyê nedît 2017-07-13 16:17:57 AMED - Rûniştina doza 28 kesên ku li Mehmet Şîrînk Kocakaya xwedî derketin û rastî îşkenceya tîmên taybet hatin, li 5'emîn Dadgeha Cazayên Giran a Amedê hatin darizandin. Di bûyerê de Veysi Gokhan rastî îşkenceya tîmên taybet hatibû û demekê li nexweşxaneyê hatibû dermenkirin. Lê heyeta dadgehê îşkencya ku li Gokhan hatiye kirin û zilma lê hatiye kirin nedît. Di navbera 20'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmeha 2016'an de li 39 gundên Lîcê û herêmê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di 30'ê Hezîranê de 34 kes di îşkenceyê re hatibûn derbas kirin. 15 kes hatibûn girtin û Mehmet Şîrîn Kocakaya bi îşkenceyê hatibû kuştin. Di 30'ê hezîranê de li çoltara Mehlê ya gundê Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê, ji hêla bi hezaran leşkeran ve operasyon hat destpêkirin, 34 welatiyên ku gelekê ji wan ji heman malbatê ne bi hincetên wekî mudaxaleyî agir kirine ji hêla leşkeran ve bi awayekî hovane hatin îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê welatiyê bi navê Mehmet Şirîn Kocakaya jiyana xwe ji dest da. Wekî her carê medyaya dewletê îdia kir ku Kocakaya "faîlê êrîşa bombeyî ye" û xwestin kuştinê rewa bidin nîşan. Kesê 4 rojan di bin çavan de ma û piştre serbest hat berdan û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, agahiyên ku parvekirin wehşetê radixe ber çavan. Di 30'ê hezîranê de dengê çekan hat jin û zarok bi qêrînê ji cihên xwe rabûn. Kesên çûn cihê deng jê hat, qasî 300 metreyî jêr leşkeran dora malbata birayê Mehmet Şirîn Kocakaya, Erdal Kocakaya girtibû. Di wê navberê de Mehmet Şirîn ji baxê tiriyan hat, hat dirêjkirin û destên wî ji paşve hat kelepçekirin. Piştî tîmên taybet hatin herêmê di kêliyê de êrîşî welatiyan kirin. Bi qûndaxên çekan, bi kul û pehnan ne zarok, ne jin û ne jî kal û pîr gotin her kes îşkence kirin. Bi taybetî serê mirovan hedef girtin. Mehmet Şirîn, birayê wî Erdal û xwişka wî Rojda dan ber pehnan. Kesên ku ketin navberê jî hatin îşkencekirin. Hemû welatî li erdê hatin dirêjkirin, Mehmet Şirîn qasî 300 metreyî birin û îşkence dewam kir. Zarîna Mehmet Şirîn heta ber malê dihat. Piştî asta îşkenceyê hat zêdekirin bira û xwişkên Koçakaya yên wekî Berfîn, Rojda û Erdal xwestin polîsan asteng bikin. Di vê navberê de polîsan xwişk û bira bi erdê re kaşkirin û bi awayekî hovane li wan da. Ji ber êrîşê parsûyên Rojda û Erdal şkestin. Piştî dozaja îşkenceyê zêde bû û hat asta mirinê, fermandarek ket navberê, welatî ji nava tîmên taybet derxist. Ji ber vê di navbera amîrê tîmên taybet û fermandarê leşkeran de gengeşî derket. Qasî saetekî şûn de maşîna zirxî hat û welatî li maşînê sîwar kir. Di maşînê de îşkence berdewam kir. Tenê di gunde bavê Mehmet Şirîn ê felcî û 3 zarok hiştin. Welatiyên anîn Fernamdariya Cendirmeyan a Licê, di maşîneyan de rawestandin. Mehmet Şirîn Kocakaya di vê navberê de anîn hêj dijiya û piştî 10 deqan ambûlans hat xwestin. Xizmên wî yên di maşînê de ji leşkerekî hêvî kirin ku rewşê hîm be û ji wan re parve bike. Leşkerê ku derket derve û piştî demekî hat û got 'Li ambûlansê sîwar kirin. Lê bawerim mir.' Di roja hovîtiya hêzên dewletê de 33 welatî hatin binçavkirin, ji wan 15 kes hatin girtin. Xwişk û birayên Mehmet Şirîn ên wekî Rojda û Erdal Kocakaya, Veysî Gukhan ên ji îşkenceyên dijwar re hatin derbaskirin, hêj tedawiya wan bi dawî nebû, duh derxistin edliyeyê û hatin girtin. Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ya Amedê ji bo şewata daristanên ku ji aliyê tîmên taybet ve hate şewitandin vemirine derket lê hate qetilkirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatê ve hatibû wergirtin. Cenaze piştî 2 rojan hate wergirtin. Cenaze bi konvoyê biribûn Goristana Yenîkoyê û li wir hate defin kirin. Têkildari bûyerê der barê 3 birayê Mehmet Şîrîn jî di navde 28 kesan doz hat vekirin û ji bo her kesekî heta 32 salan ceza tê xwestin. Runiştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de îşkenceya ku li Veysi Gokhan hatiye kirin ne pirsî û qala îşkenceya ku hatiye kirin nekir. Gokhan, di îfadeyê de diyar kir ku dema wan dengê çekan bihîst çûn cihê bûyerê û wiha got: "Em çûn cihê ku Erdal Kocakaya lê ye. Me piştî dengê qerûn û hawarê bihîst em çûn cihê bûyerê. Parêzeran jî xwest 14 leykerên li cihê bûyerê bibin şahid û çavdêriya xwe parve bikin. Dadgehê biryar da ku nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan re bê nivîsandin û xwest têkildarî dermankirina Veysi Gokhan ku rastî îşkenceyê hatiye ji Nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê nivîs bê xwestin.