Pîrejina 80 salî bi darvekirî hat dîtin 2017-07-13 16:27:08 WAN - Li taxa Mezreyê ya Erdîşê jina 80 salî bi darvekirî hat dîtin. Li taxa Mezreyê ya navçeya Erdîşê ya Wanê, Fatma Demîr a 80 salî bi darvekirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku cenazeyê pîrejinê di saetên êvarê de ji hêla malbata wê ve hatiye dîtin, piştî lêkolîna dozgeriyê cenzeyê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Piştî otopsiyê hat gotin ku jina 80 salî întixar kiriye.