Tabelaya Navenda Çandê ya Cegerxwînê ji nû ve hat daliqandin 2017-07-13 19:49:33 AMED - Îro danê nîvro tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê hatibû daxistin. Li ser bertek û nerazîbûnên hatin nîşandan tabela ji nû ve hat daliqandin. Îro li Amedê danê nîvro qeyûm tabeleya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê daxistibû. Li ser bertek û nerazîbûnên gel tabela ji nû ve li cihê wê hat daliqandin. Hatibû diyarkirin ku dê li şûna tabelaya hatibû daxistin tabelaya bi navê "15 Temmuz Millet Kültür Merkezi" (Navenda Çandê ya Gel a 15'ê Tîrmehê) bihatana daliqandin, lê belê li ser bertekan hat dîtin ku herfên vê tabelayê birin hundurê navendê.