350 karker ji ber xwarinê jehrî bûn 2017-07-13 20:54:10 ÎZMÎR -Derket holê ku li Alîagayê 350 karkerên ku li înşeata Star Rafîneriyê dixebitin, duh dema navroj xwarine nerihet bûne. Li Alîaga ya Îzmîrê, 350 karkerên ku li ser înşeat Star Rafîneriyê (ku girêdayî Şîrketa Anonîm a Socar ku şîrketeke azerbaycanî ye) dixebitîn duh ji ber navrojê nerihet bûne. Hat hînbûn ku hin karkerên nerihet bûne rakirine nexweşxaneyê û hatiye teşhîskirin ku jehrî bûne. Karkerên ku ji ber gêjbûnê û dilxelandinê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, hatin tabûrcûkirin. Her wiha hat ragihandin ku nimûne ji xwarina ku karkeran xwariye hatiye wergirtin û ji bo lêkolînê şandine laboratûvarê. Her wiha hat hînbûn ku ji ber vê rewşê duh xebata li înşeatê hatiye rawestandin, lê belê îro karker dîsa vegeriyane ser kar. Hat hînbûn ku xwarina karkerên înşeata Star Rafîneriyê ji aliyê şîrketeke taybet ve tê amadekirin û bi usûla îhaleyê xwarin tê çêkirin.