Nexweşên pere tune derman bibin hewl didin întîhar bikin 2017-07-14 09:08:54 RIHA - Nexweşê masukeyê Halîl Karataş ê 12 sal in nexweş e, ji ber xizaniyê nikare derman bistîne û nikare tedawî bibe. Karataş da zanîn ku ji ber êşên giran hin caran dixwaze xwe bikuje. Bav Şemsettîn Karataş jî karkerê demsalê ye, ji ber bê sîgorte ye û karekî wan ê dewamî tune zahmetiyên mezin dijîn. Halîl Karataş ê 32 salî ku li Taxa Buhara ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê dijî, 12 sal e nexweşê masûlkeyê ye. Ji ber xizaniyê nikare biçe bijîşk û êşê dikişîne. Ne sîgorteya wî û ne jî karekî wî yê bi rêk û pêk heye, ji ber vê nayê dermankirin û banga piştgiriyê kir. Karataş destnîşan kir ku di sala 2005'an de ji bo leşkeriyê çûye Enqereyê, di muayeneyê de diyar bûye ku ew nexweşê masûlkeyê ye û ji wê rojê ve li hemberî vê nexweşiyê li ber xwe dide. Karataş aşkera kir ku hin rojan ew 3 caran diçe ser bijîşk, ji ber wê neçar e li Edeneyê bijî. Karataş got ku ji ber xizaniyê bi salan e tedawiyeke bi rêk û pêk nabîne û bi salan e êşên gelek mezin dikişîne. Karataş derbirî ku ew pêdiviyên xwe yên takakesiyê jî nikare bi cih bîne û ji ber dayik û bavên wî jî kal û pîr in, nikarin li wî binihêrin. GELEK CARAN HEWL DIDE ÎNTIHAR BIKE Karataş dest nîşan kir ku ew nikare tedawî bibe û wiha domand: "Min gelek caran xwest întixar bikim. Her dem malbata min nehişt. Bi salan e ez êşê dikişînim. Ez êdî nikarim bimeşim. Dayik û bavê min jî gelekî pîr bûne. Bijîşkan jî got ku 'an tuyê tedawî bibî, an jî tuyê wiha bimînî'. Lê ji bo tedawiyê jî pere tune." ‘PERE TUNE KU DERMANAN BIKIRIM' Karataş beyî alîkariyê nikare rabe ser xwe û xwe bi dîwaran digire. Dema çend gavan dımeşe êdî nikare xwe li ser piyan bigire û piştî meşê êşên wî zêde dibin. Bav Şemsettîn Karataş jî got ku "Em êdî kal û pîr bûne" û ev tişt anîn ziman: "Ez karkerê çandiniyê me. Sîgorteya me jî tune ye. Pere tune ye ku em dermanan jî bikirin." Karataş bang li welatiyan jî kir û da zanîn ku mal ji bo kurê wî bûye girtîgeh û sedema bingehîn jî ji ber nebûna aboriya wan e û xwest kesên xêrxwaz alîkariya wan bikin.