Armanca wan ew e ku li dijî cudaparêziyê piştevaniyê xurt bikin 2017-07-14 09:10:47 MÊRSÎN - Komeleya Jinên Hildiberînîn a ANKA'yê, li dijî her cure cudaparêziyan li hemberî jinan hewl dide ku di warê civakî, çandî û aborî de piştevaniya jinan bike. Avakara komeleyê Devrîm Kocabaş wiha got: "Jina hêzdar pêşerojeke hêzdar." Şemiya borî Komeleya Jinên Hildiberînên a ANKA'yê 1'emîn Mîhrîcana Jinên Xwedî Çîrok da destpêkirin. Li mîhrîcanê gelek berên ku ji çîrokên gelek jinan pêk tên berpêşî firotinê hatin kirin û her wiha eleqeyeke zêde ji bo standên jinan heye. Avakara komeleyê Devrîm Kocabaş der barê fealiyetên komeleyê de agahî dan. Kocabaş, anî ziman ku beriya ku ew komeleyê ava bikin, wek komeke piştevaniya ji bo jinê ew li dijî şideta li hemberî jin û zarokan têdikoşiyan û di sala 2005'an de wan komeleyeke serbixwe ava kiriye û pêşaniya wan ew e ku beriya her tiştî ew xebatên piştevaniyê û yên li hemberî şideta li dijî jinê bi rê ve bibin. 'JINA HÊZDAR PÊŞEROJA HÊZDAR' Kocabaş, anî ziman ku li gel têkoşîna li dijî şidetê ew di warê civakî, çandî û aborî de jî li dijî her cure cudaparêziyan têdikoşin û hewl didin ku piştevaniya jinan bikin. Kocabaş, dest nîşan kir ku yek ji xala herî girîng a komeleyê jî ew e ku di warê civakî û aborî de jinê hêzdartir bikin. Kocabaş, got ku jina hêzdar tê wateya pêşeroja hêzdar. Kocabaş, diyar kir ku di vê çarçoveyê de ew ji bo jinên nexwedî pîşe pêvajoyên perwerdehiyê didin destpêkirin û di van perwerdehiyan de hewl didin ku hewldanê li jinê peyde bikin. Kocabaş, got ku mebesta wan ew e ku jin çîroka xwe ya şexsî çêbike. Kocabaş wiha axivî: "Armanc ew e ku jin bi çîrokên xwe yên serketî bibin marke û tora bazarê berfirehtir bikin û bibin pêşengê dahateke berdewamiyî." Hacer Kupelî ku li Komeleya Jinên Hilldiberînên a ANKA'yê hîndekar e, anî ziman ku dema ew 18 salî bûye dayika wê çêkirina xaliyan hînî wê kiriye. Kupelî, diyar kir ku ew ji çêkrina xaliyan zaf hez dike û bi taybetî jî ew tim dixwaze çêkirina xaliyan hînî zarok û jinan bike. Kupelî, anî ziman ku ji bo ku jin li ser piyên xwe bisekinin divê bibin xwedî kar. Kupelî, got ku di nexşên xaliyên ku jin çêdikin de herî zêde cîhana wan a ruhî dixuyê. 'WEZIYETA MIN A RUHÎ DI RENGÊN XALIYÊ DE XWE DIDE DER' Qursiyer Şûle Çelîk ku ev du sal in diçe Komeleya Jinên Hildiberînên a ANKA'yê, got ku ew zaf ji çêkirina xaliyan hez dike û di nexşên ku ew li ser xaliyan çêdikin de bi piranî tiştên wan jiyane didin der. Çelîk, anî ziman ku carinan jî ew li ser xaliyan jinên ku di dîrokê de derketine pêş û xwezayê jî dineqşînin û wiha axivî: "Rengên ku di çêkirina xaliyan de bi kar tînim weziyeta min a ruhî dide der. Dema bextewar bim bêtir rengên zîndewar bi kar tînim, lê dema xemsar bim bêtir rengên girtî bi kar tînim." 'DEMA XALIYAN ÇÊDIKIM KÊFXWEŞ IM' Çelîk wiha domand: "Xaliyek jiyana mirovan vedibêje. Dema em bihêrs bin hepoyê hişk lê dixin. Wê kêliyê derbeya hepo bi xwe jî rewşê dide der. Dema xaliyan çêdikim kêfxweş im, çimkî ez bi xwe hin tiştan diafirînim. Bi afirandin û hilberandina tiştekî bextewar dibim."