Zêrê bukaniyê firotin û kargeh vekir 2017-07-14 09:11:56 ŞIRNEX - Emîne Ozek a 47 salî ku li Silopiyayê zêrên bukaniya xwe firotin û kargeha şîraniyê vekir, diyar kir ku divê çavê meriv ne li destê mêr be, çavê mêr li destê jinê be. Dayika 3 zarokan Emîne Ozek a 47 salî ku ji ber qedexeya derketina kolanan a 2015'an neçar ma ji navçeya Silopiya ya Şirnexê koç kir. Ozek, ji salên 90'î de ye bêyî muhtacî kesê bibe her tim hewl daye ku li ser piyê xwe bisekine. Di salên 90'î de dema li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bûne cihê wan hatiye valakirin û bi darê zorê koçber bûne û paşê Ozek li Taxa Cûdî ya Silopiyayê bi cih dibe û ji bo debara zarokên xwe bike biryarê daye ku bixebite. JI BO ÇÊKIRINA ŞÎRANIYÊ ZÊRÊN XWE DAN Ozek bi çêkirina şîraniyê dest bi kar kir û bi van gotinan serpêhatiya xwe ya kar vegot: "Ez çûm cem hosteyê şîraniyan û min jê xwest ku çêkirina şîraniyê hînî min bike. Hoste ji min re got ez ê hînî te bikim, lê bi şertê ku tu zêrên xwe bidî min. Wê demê neçar bûm û ji mecbûrî min şertê wî qebûl kir. Paşê hînî çêkirina şîraniyan bûm. Heta ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin jî min li Silopiyayê şîranî çêdikir û difirot. Silopiyiyan ji min re digot 'Emîneya Datlîcî'." Ozek, diyar kir ku dema qedexe hatiye îlankirin mecbûr maye ku dev ji mal û karê xwe berde û berê xwe daye Karamanê. ‘DEMA MIN KEDXWARÎ DÎT VEGERIYAM BAJARÊ XWE' Ozek, dest nîşan kir ku wê tevî zarokên xwe û 15 kesên pê re li Karamanê li fabrîkaya biskuvîtan dest bi kar kiriye. Ozek, got ku qedexe herî zêde bandor li jinan kiriye. Karaman, diyar kir ku ew tam 6 mehan li Karamanê li fabrîkaya biskuvîtan xebitîne û ji ber mexdûriyeta ku hatiye serê wan kardêr keda wan dixwar û ji ber vê ew vegeriyane bajarê xwe. Ozek wiha axivî: "Dema min dît keda me tê xwarin, ji bo muhtacî kesî nebim û bi serbilindî bijîm ketim nava hewldanan. Dema em vegeriyan bajarekî birîndar, rûxandî hembêza xwe ji me re vekir. Hatibû rûxandin û tarûmarkirin. Zarokên min dixwastin biçin metrepolan, lê min nehişt. Çimkî dilê min ranedigirt ku êdî zarokên min li metrepolan bên binpêkirin. Heke dê perîşan bibin bila li welatê xwe bibin." ‘BÊYÎ ÇAV LI DESTÊ MÊR BE...' Ozek, anî ziman ku piştî demekê wê dikana 60 metrekareyî ya li bin mala xwe veguherandiye cihê şûştina xaliyan û wiha axivî: "Wek jinekê tu carî têkoşîna min a ji bo jiyanê neqediya û dê neqede jî. Ez karê ku wek karê mêran tê zanîn dikim. Min ew bîrbirî eciqand. Li gel mexdûriyetê jî divê em jin alternatîfên xwe biafirînin. Bêyî çavê me li destê mêr be. Bila çavê wan li destê me be. Madem em dibêjin jin, jiyan, azadî; nexwe divê em di nav jiyanê de cih bigirin. Çimkî jiyan bi jinê heye û dê bi jinê jî bidome." Bêrîvan Karataş - dîhaber