Mêrsînî: Erdogan, Mûssolînî û Hîtler tîne bîra mirov 2017-07-14 09:12:52 MÊRSÎN - Mêrsîniyan li hemberî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê ku di civîna G-20'ê de ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş gotibû "terorîst" dan. Mêrsîniyan got ku ev gotinên Erdogan Mûssolînî, Franco û Hîtler tîne bîra mirov. Hilbijêrên HDP'ê û CHP'ê yên Mêrsînê bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ku li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê di civîna G-20'ê de ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotibû "terorîst" dan û daxuyaniyên Erdogan şermezar kirin. Reşît Yalçinkaya, anî ziman ku ew hilbijêrê CHP'ê ye û wiha got: "Hûn hez bikin an nekin, pêşengekî siyasî ku dengên milyonan wergirtine bi beyanên kesekî nabe 'terorîst' an jî 'kujer'. Ev dûrî ehlaq û wijdanê ye." Yalçinkaya wiha domand: "Serokomar xwe dixe şûna dadwer û dozgerekî û bi hikmekî teqezbûyî Demirtaş wek 'terorîst' û 'kujer' îlan dike. Qethiyen ev yek nayê qebûlkirin. Wek mirovekî xwedî wijdan bi tu awayî vê yekê qebûl nakim. Selahattin Demirtaş pêşengekî ku bi hilbijartinê hatiye. Wek hilbijêrekî partiyeke din ev van gotinên Erdogan rast nabînim." 'EV GOTIN ÎXANETÊ LI PÊŞEROJÊ DIKIN' Yalçinkaya, bi bîr xist ku Hîtlerê ku remza faşîzma alman e di navbera salên 1938-1945'an de ev gotin bi kar dianîn. Yalçinkaya got ku divê îktîdar kesên wek wê nafikirin qebûl bike û dev ji gotinên netewperestî ên wek "Ya hez bike an jî terk bike" berde. Yalçinkaya wiha got: "Qebûlkirina van gotinan tê wateya îxaneta li pêşerojê û mirovan. Ev welat yê me hemûyan e, ne malê bavê tu kesî ye. Pêdiviya vî welatî bi aştî, biratî û demokrasiyê heye." ‘HÎTLER Û MÛSSOLÎNÎ EV TIŞT DIGOTIN' Welatiyê bi navê Akîf Şenyîgît jî anî ziman ku di dîrokê de kesên wek Franco, Mûssolînî an jî Hîtler ev gotin digotin û wiha got: "Ev gotin gotinên faşîstiyî ne." Şenyîgît, parast ku ev du sal in welat bi faşîzmê tê birêvebirin û wiha axivî: "Parlementerên partiyeke siyasî girtine, qeyûm tayînî şaredariyên wê kirine. Divê hemû demokrat, kedkar û sosyalîst li dijî van gotinan bertekên xwe nîşan bidin." 'DIVÊ KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN ÊDÎ BÊDENG NEBIN' Şenyîgît anî ziman ku divê li hemberî gotinên Erdogan êdî kes xwe li bêdengiyê daneyne û van gotinên Martin Niemöller bi bîr anî: “Dema Nazî ji bo komunîstan hatin min deng dernexist; çimkî ne komunîst bûm. Dema demokrat girtin min deng dernexist; çimkî ne demokrat bûm. Paşê ji bo sendîkavanan hatin, min tiştek negot; çimkî ne sendîkavan bûm. Paşê ji bo cihûyan hatin, min deng nekir; çimkî ne cihû bûm. Dema ji bo min hatin, kesekî ku deng bike nemabû." Şenyigit, anî ziman ku ew wisa difikire ku îktîdar hewl dide Demîrtaş berteraf bike û li welat hemû kesên behsa azadî, demokrasî û aştiyê dikin tên terorîzekirin. Şenyîgît wiha got: "Faşîzm zêde bi ser Demîrtaş de diçe û ev jî nîşan dide ku li vî welatî siyasetmedarê herî birûmet Demîrtaş e. Tê xwestin ku civak bîad bike. Demîrtaş ew mirov e ku bîad nekiriye û serî netewandiye. Divê civat li hemberî pêkanînên faşîzmê bi serbilindî tevbigere. Tenê bi vî awayî faşîzm dikare berteraf bibe. Wekî din alternatîf tune ye." Welatiyê bi navê Kadîr Înal jî, dest nîşan kir ku pêşengê ku 6 milyon deng wergirtibin qethiyen nabe "terorîst" û wiha got: "Ji ber ku Erdogan ji Demîrtaş ditirse, ji ber ku di warê siyasî de zirarê didê serî li îthamên wisa dide."