'Li dijî jinên Sûriyeyî nifrînê zêde dikin' 2017-07-14 10:11:29 STENBOL - Berdevka Komîsyona Penaberan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku jinên Sûriyeyî bi "qelenê muta" û "Zewca duyemîn" reş dikin û dixwazin wekî jina nayê xwestin bidin xuyakirin. Jinên Sûriyeyî yên koçî Tirkiye kirine di bin zext û zordariya mêr de dijîn. Berdevka Komîsyona Penaberan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, bal kişand ser rewşa jinên Sûriyeyî û anî ziman ku mafê wan tê binpêkirin û bi "qelenê muta" û "Zewca duyemîn" dixwazin wekî jina nayê xwestin bidin xuyakirin. Têkildarî rewşa penaberên jin ên Sûriyeyî Yoleri, anî ziman ku penaberên jin rastî gelek zext û binpêkirinan tên. Yolerî, anî ziman ku ji ber şertê şer mirov bi zorê ji warê xwe koç dike û neçarî jiyanek dijwar dikin. Yolerî, destnîşan kir ku jinên penaber heri zêde rastî tacîz, destdirêjî û îstîsmarê tên û di bin tundiya zayendî de dejîn û wiha got: "Bi taybetî penaberên Sûriyeyî yên jin bi riya 'qelenê muta" û "Hewî-zewaca duyemîn" zorî karê fuhuşê dikin û wekî amura îstîsmara zayendî digirin dest. Jinên penaber bê navber rastî tundiya îstîsmara zayendî tên. Di demên dawî de gotinên nifrinê yên li dijî penaberan zêde bûne." Yolerî bal kişand ser rewşa Emani el-Rahmun a li Sakarya hat qetilkirin û wiha got: "Dixwazin li dijî jinên penaber ên Sûriyeyî nifrînê zêde bikin. Bi rêbaza hewî û zewaca qelenê muta bi zorê didin zewicandin. Bi zewaca zorê dixwazin di nava civakê de feresat wekî jina nayê xwestin pêş bixin. Bi ferasetên nifrîn, nijadperestî hişmendiya wêdekirinê pêş dixin. Bi taybetî polîtîkayên îktîdarê yên nijadperest vê yekê di nava civakê de xurt dike. Penaberan wekî amûrê bazarê digirin dest. Li Tirkiye nêzî 3.5 milyon penaberên Sûriyeyî hene. Mafê wan ê mirovan nayê parastin. Penaberan wekî amûra bazarê li dijî hev dixebitînin. Jinên beraber di nava şertên giran de dixebitin û ji hemû mafên xwe yên civakî û mirovahiyê bêpar dimînin. Tirkiye ji bo her penaberekî rolek lê bar kiriye, Dema yên Şengalê hatin heta demekê ji hemû mafê xwe yê penaberiyê bêpar bûn. Îktîdarê li gorî daxwaza xwe maf dida wan. Li ser ruyê cîhanê peymanên navneteweyî yên der barê penaberan de hene. Divê her kes li gorî van peymanan tev bigere. Lê ev peymanên hatine îmzekirin li ber çavan nayên girtin. Ji ber vê yekê mafê penaberan di bin talûkeyê de ye. Mafê statuya penaberan tê binpêkirin. Li gori peymanê, penaber biçin kijan welatê cîhanê divê mafê bingehîn ên jiyanê bê parastin. Ji mafê xwe yên azad bê par tên hiştin."