Serokwekîla Koma HDP'ê Demirel ceza kirin 2017-07-14 10:59:27 AMED - Rûniştina doza Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demirel, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li Demîrel 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. 3'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel ku 7 mehin girtî ye li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Demirel ji ber ku ew neanîn runiştina dozê ji Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê bi riya tevlêbûna SEGBİS'ê red kir û tev li rûniştina dozê nebû. Parêzerên Demîrel li salonê amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Ziya Pir, Sîbel Yigitalp, Îmam Taşçier û xizmên Çaglar Demirel li salonê amade bûn. Dozger dubare xwest ku Demirel bê cezakirin. Prz. Reyhan Yalçindag Baydemir, anî ziman ku hemû delîl nehatine komkirin û lêpirsînek baş nehatiye kirin. Prz. Reyhan anî ziman ku daxwazên parêzeran li ber çavan nehatiye girtin. Reyhan Yalçindag ani ziman ku tu gotinên muwekila wê ya bibe sedama sûc tune û hemû axaftinên wê di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê dene. Yalçindag anî ziman ku ew dê der barê dozger de li HSK’ê glî bikin. Yalçindag, anî ziman ku mafê muwekila wê ya parastina adîl hatiye binpêkirin û ev yek li dijî AYM'ê ye. Heyeta dadgehê piştî parastina der barê Çaglar de biryar da. Heyeta dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li Demîrel 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzeran jî diyar kir ku dê biryara dadgehê temyiz bikin.