Ji 36 kesan re ceza tê xwestin 2017-07-14 11:03:59 ÎZMÎR – Welatiyên di sala 2015'an de beşdarî çalakiyên 1'ê Gulanê bûn der barê 36 kesan de ji salekî heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Di sala 2015'an de li Îzmîrê 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê hat pîrozkirin û der barê 36 kesan de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" îdianame hat amadekirin û ji hêla 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Niha der barê 36 kesan de ji salekî heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdianameyê de de tê gotin ku 36 kesên li ber avahiya HDP'ê li hev civiya ne, heta Qada Gundoduyê meş pêk anîne û ev hatiye tespîtkirin. Dîsa tê gotin ku di dema meşê de hatiye tespîtkirin ku meşvanan di dema meşê de tîşortê ku wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser e li xwe kirine, alên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hilgirtine û sirûda Çerxa Şoreşê xwendine. Dê rûniştina yekemîn a dozê di 30'yê Cotmeha 2017'an de bê dîtin.