Walîtiyê li Şemzînanê qedexeya derketina derve îlan kir 2017-07-14 11:28:56 COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê bi hinceta operasyona leşkerî heye, li gund û mezrikek Şemzînanê qedexeya derketina derve îlan kir. Walitiya Colemêrgê di malpera xwe de daxuyanî da û diyar kir ku bi hinceta operasyona leşkerî li gundê Şapatan û mezrika wê Încesu yên navçeya Şemzînanê qedexeya derketina derve îlan kiriye. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji saet 04.00'ê sibeha 14'ê Tirmeha 2017'an qedexe dest pê dike û heta fermana duyemîn dê qedexe bidome.