Dozgerê doza Pirsûsê hat guhertin 2017-07-14 12:44:59 RIHA - Li navçeya Pirsûsê 34 ciwanên sosyalîst û welatparêz bi hovane hatin qetilkirin, doza ku hat vekirin, rûniştina 2'yemîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dest pê kir. Dayika Berkîn Elvn Gulsum elvn jî doz şopand û ev tişt got: "Heta em edaletê pêk bînin dê têkoşîna me berdewam bike. Eheta em nevêjin qediya dê neqede." Ji hêla din ve hat gotin ku dozgerê dozê jî hatiye guhertin. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke xwe kujî pêk anîbû û 34 ciwan hatibûn qetilkirin, doza der barê bûyerê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê destpêkirin. Ji ber piçûkbûna salonê, doz li kampûsa Girtîgeha Tîpa T dest pê kir û ewlehiyeke berfireh hat girtin. Di rûniştinê de kesên bi birîndarî ji teqînê rizgar bûn, malbatên wan û ji rêxistinên kedê û partiyên wekî HDP, DBP, DÎSK, EMEP, ESP, SYKP, KESK, KCD, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, dayika Berkîn Elvan ê di bûyerên Geziyê de hat qetilkirin, Gulsum Evlvan, Piştgiriya Taksîmê, Malbatên Enqereyê, Malbatên Roboskê, Malbatên Geziyê, Dayikên Aştiyê yên Rihayê, Yekitiya Baroyên Herêmê, parêzerên Baroya Stenbolê, wekîlên HDP'ê Dîlek Ocalan û Mahmut Togrul ji di nav de gelek kes beşdar bû. Malbatan bi pêlîstokên ku zarokên wan hilgirtibûn bal kişand. Di dozê de der barê Yakup Şahîn ê ji komkujiya Enqereyê sûcdar tê dîtin, Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balli yên ku tê fikirîn li Sûriyeyê ne, 104 caran cezayê heta hetayê tê xwestin. Şahînê li Girtîgeha Sîncanê dimîne jî bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan got ku "Polîtîkaya têkbirinê bi kar tînin" û aşkera kir ku heta ew nebêjin qediya, dê ev doz neqede. Abdulselam Çetîn ê di teqîna Enqereyê de birîndar bû jî beşdarî dozê bû û piştrast kir ku di komkujiyê de 9 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: "Ev doza 10 sal jî, 20 sal jî bajo, em dê dest jê bernedin. Dê têkoşîna me ya atiyê berdewam bik." Gaziyê Pirsûsê Kagan Yildizer jî destnîşan kir ku bi hevkariya dewlet çeteyên DAIŞ'ê li Pirsûsê 33 hevrêyên wan qetilkirine û aşkera kir ku ew dê bêhiqûqiyê teşhîr bikin.