Gundê Şemikê li dijî Cengîz Holdîngê li ber xwe dide 2017-07-14 14:13:22 MÊRDÎN – Welatiyên gundê Şemikê yê navçeya Şemrexê ku şîrketa Etî Bakirê dixwaze li ser erdên wan maden û gubreyê derxîne destnîşan kirin ku her çiqas huqûq û desthilatdarî ne li cem wan be jî, ew ê li ber xwe bidin. Welatiyên gundê Şemikê yê Şemrexa Mêrdînê bertek nîşanî şîrketa Etî Bakir dan. Ev şirketa ku girêdayî Cengîz Holdîngê ye, dixwaze li ser erdên wan gubre û madenê derxine. Welatiyan da zanîn ku şîrket dixwaze li ser 2 donim erdê wan bixebite, lê belê ew ê nehêlin erdê mayî jî têkeve bin kontrola wan. ‘QAYMAQAM: HETA SALA 2018’AN GUND VALA BIKIN’ Welatiyê bi navê Walî Araç texrîbata şîrketên li ser erdên wan çêkirine bi bîr xist û got ku ewil Etîbankê niha jî Etî Bakir dixwaze erdên wan dagir bike. Araç got ku ev der ji bav û kalên wan ji wan re maye û ew ê dev ji erdên xwe bernedin. Araç da zanîn ku qeymeqamê navçeyê ji wan re gotiye “heta sala 2018’an gund vala bikin". ‘EV DER WARÊ ME YE’ Welatiyê bi navê Ahmet Araç jî diyar kir ku şirket guh nade tu zagonan û huqûq û desthilatdarî li pişta şîrketê ye. Araç dest nîşan kir ku ev der warê wan e û wiha axivî: “Dibe ku hêza me bi qasî ya dewletê tune be, lê vîneke me heye. Çi ji destên me bê em ê bikin.” Araç ragihand ku dema pirsgirêk ji qeymeqamê navçeyê re hatiye ragihandin, qeymeqam şîrket parastiye û wiha berdewam kir: “Çawa çê dibe ku guh nade gel û diçe şîrketeke şexsî diparêze? Ez ji rojavayê Tirkiyeyê hatim vê derê. Dem min bihîst pirsgirêkek wisa heye, ji bo piştevaniya xizmên xwe hatim."