Firat Anli serbest hat berdan 2017-07-14 14:37:24 AMED - Hevşaredarê Bajare Mezin ê Amedê Firat Anli jî di nav de, 4 ji wan girtî, 51 kes der barê wan de doz hatibû vekirin, Anli û Abdullah Bal serbest hatin berdan. Doza der barê 51 kesên ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî têde tê darizandin û 4 ji wan girtî li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Doza ji ber Goristana Şêx Seîd a li navçeya Pîranê hatibû vekirin, Anli ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû, 3 kesên din li dadgehê amade bûn. Di dozê de îfadeya Mehmet Siddik Kalkan ê girtî jî hat girtin. Kalkan aşkera kir ku ew nizane ew ji bo çi hatiye girtin û da zanîn ku bi rêya SEGBÎS'e parastin ne pêkan e û xwest di rûniştineke din de wî bînin dadgehê. ANLI: SONDAJ JI BO GUNDIYAN E Anli der barê sondaja li gundên li Pîranê de agahî da û aşkera kir ku wan sondaj ji bo gundiyan lê daye û wiha got: "Me sondaj ji bo gundê kurşunlu lê da. Bi vê dosyayê re eleqeya xwe tune" Parêzerên Anli dan zanîn ku hewldaneke miwekîlê wan a revê tune û ev tişt hat gotin: "Bi van delîlan heke navê wî ne Firat Anli be dê nehata girtin. Ji ber ku navê wî Firat Anli ye hatiye girtin. Ji ber ku 25 sal e siyasete dike hatiye girtin." Piştî parêzerên kesê bê girtî tên darizandin parastin kirin, heyeta dadgehê navber da dozê, piştî navberê ji bo delîlên der barê wan de bên berhevkirin û dema wane girtinê li ber çavan hat girtin, bi şertê "Kontrola edlî" Anli û Abdullah Bal serbest hatin berdan. Der barê Selahattîn Dîlek û Mehmet Şaltabaş de jî biryara berdewama girtinê hat dayîn û doz taloqî 27'ê Îlonê hat kirin.