Piştî 3 sala doz li xebatkarên HDK'ê vekirin 2017-07-14 14:49:00 EDENE - 8 xebatkarên HDK'ê yên di sala 2014'an de tê gotin beşdarî xebatên HDK'ê bûne, piştî 3 salan bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, li gorî îdianameyê 8 kes her dem hatine şopandin. Endamê GYK'a EMEP'ê Halîl Îmrek, Rêveberê HDP'a Edeneyê Îbrahîm Yakut, Endamê Tum Bel Senê Guven Doga jî di nav de, der barê 8 kesan de bi îdiaya tev li xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûne û "Endamên rêxistinê ne" li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê doz der barê wan de hat vekirin. GEV BI GAV HATINE ŞOPANDIN Îdianama Serdozgerê Komarê yê Stenbolê dispêrin îfadeyê şahidê nepen û tê îdiakirin ku HDK bi talîmata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Di îdianameyê de çalakiyên ku 8 kes beşdar bûne û hemû xebatên demokratîk wekî sûc hat nîşandan. Dîsa di îdianameyê de tê gotin ku 8 kes gav bi gav hatine şopandin. Saziya darazê, diyar dike ku piştî di hilbijartinên sala 2011'an de Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê hatiye avakirin, li ser bingeha wê HDK hatiye avakirin, dixwaze ku hemû xebatên HDK'ê û çalakiyên demokratîk "terorîze" bike. Di îdianameyê de tê diyarkirin ku HDK, piştre bûye HDP û îdia dike ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê jî ji doza "Endamtiya rêxistina terorê" tê darizandin û ev hemû di îdianameyê de cih digire. Di îdianameyê de bîranîna Demîz Gezmîş, pîrozkirina 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, mîtîngên ku Serokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdar bûne, piştgiriyên ji bo grevên birçîbûnê, Komkjiya Roboskê, Komkujiya Helebceyê, Komkujiya Ermeniyan û çalakiyên Geziyê jî wekî sûc hatine dîtin û wekî "li ser navê terorê hatine kirin" dan nîşan. Dê yekemîn rûniştina dozê di 27'ê Mijdarê de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ye.