ÎHD: Bila parazvanê mafên mirovan bên berdan 2017-07-14 15:37:49 DERSIM - Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê têkildarî parazvanên mafên mirovan ên di bin çavan de daxuyanî da û xwest parazvanên mafên mirovan serbest bên berdan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dersimê têkildarî parazvanên mafên mirovan ên di 5'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin û rêveberê şaxa wan Ozgur Ateş jî di navde ye li avahiya komeleya xwe civîna çapememiyê pêk anîn. Rêvebera İHD'ê Meral Uç, diyar kir ku parazvanên mafên mirovan ji ber îxbara bê esil hatin girtin û xwest Ateş û parazvanên mafên mirovan ên din bi lezgîn serbest bên berdan. Uç, ji rayedaran xwest ku parazvanên mafên mirovan bi lezgîn bên berdan.