Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin 2017-07-14 16:15:23 AMED – Li Amedê li dijî xebatkarên Malên Piştgiriya Perwerdehiyê operasyon pêk hat û ji 15 kesan bêtir kes hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna 2014’an de ya li dijî Malên Piştgiriya Perwerdehiyê di saetên serê sibê de operasyona hemwext pêk hat. Piştî lêgerîna serdegirtina malan 15'an bêtir kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Derheqê navê welatiyan de agahî nehatin bidestxistin û hînceta binçavkirinê jî nehat hînbûn. Hat zanîn ku biryara nepen li ser dosyeyên lêpirsînê heye.