Firat Anli ji girtîgehê derket 2017-07-14 19:30:42 XARPÊT - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ji girtîgehê derket. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku 8 meh in girtî bû, îro hat tahliyekirin. Piştî kirariyên tehliyeyê Anli ji girtîgehê derket. DBP, HDP û malbata Anli li ber Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê pêşwaziya wî kirin. Anli, piştî 8 mehên girtîgehê tevî kesên pêşwaziya wî kirin vegeriya Amedê.