Mîhrîcana Mûnzûrê hat qedexekirin 2017-07-14 21:01:46 DERSIM - Walîtiya Dersimê 17'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê qedexe kir. Walîtiya Dersimê 17'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku hemû amadekariyên wê hatibûn kirin qedexe kir. Walîtiyê teblîxateke ji komîteya amadekar re şand û diyar kir ku di çarçoveya qanûna civîn û xwepêşandanan a jimare 2911'an de di dema OHAL'ê de her cure çalakî qedexe ne.