Li Şemzînanê pevçûn: Cerdevanek mir 2017-07-14 21:10:05 COLEMÊRG - Li Şemzînanê li dijî cerdevanên ku derdiketin operasyonê êrîşek çêbû. Cerdevanek mir. Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hemberî mînîbusa cerdevanên ku derdiketin operasyonê êrîşek çêbû. Êrîş li nêzî herêma Bezelê çêbû û li gor agahiyên bi dest ketin di êrîşê de cerdevanek miriye û 2 jê jî birîndar bûne. Cerdevanê mir û yên birîndar bi helîkopterên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Her wiha hat ragihandin ku li herêmê operasyon dest pê kiriye.