Biryanameyek nû hat weşandin 2017-07-14 21:17:07 NAVENDA NÛÇEYAN- Biryarnameyeke nû ya di hikmê qanûnê de hat weşandin. Têkildarî kesên ku di çarçoveya rewşa awarte de ji peywira xwe yî cemaweriyê hatin dûrxistin û îadeyî karê xwe hatin kirin Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 692'yan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarnameyê ji Muduriyeta Giştî ya Polîsan 2 hezar û 303, ji Wezareta Dadê 418, ji Wezareta Karên Derve 45, ji Wezareta Karên Navxweyî hezar û 486, ji Karên Diyanetê jî 551, ji Wezareta Tenduristiyê 789, ji TRT'ê 29, ji Fermandariya Cendirmeyan 235, ji TSK'ê 546, ji MEB'ê 102, ji Wezareta Parastina Netewî 9 û ji YOK'ê 302 jê akademîsyen 356 kes hatin îxrackirin. YÊN HATIN ÎADEKIRIN Ji Wezareta Dadê 49, Ji Serokatiya Karên Diyanetê 36 kes û ji YOK'ê jî 26 akademîsyen îadeyî peywirê hatin kirin.