Bi KHK'ya nû re 71 kes ji şaredariya Akdenîz û Êlihê hatin îxrackirin 2017-07-14 23:13:37 MÊRSÎN - Bi KHK'ya ku nû hat weşandin re 71 kes ji Şaredariya Akedenîz û Şaredariya Êlihê ku qeyûm tayînî wan hatibû kirin hatin îxrackirin. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de îro Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 692'yan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê KHK'ê re 21 kes ji Şaredariya Akdenîzê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin hatin îxrackirin. Navê kesên hatin îxrackirin wiha ne: Mehmet Emin Sarigul, Besime Yag Demir, Fahriye Cengiz, Aydın Ozdemir, Veysi Gumuş, Sevda Elmas Karahan, Mehtap Sili, Serpil Okuyucu Dorak, Abdulkerim Timur, Azad Arslan, Hanım Aysel Sarıkaya, İbrahim Çakan, Gulten Ayçiçek Demir, Eyup Ercan, Ethem Oten, Ferruh Çelik, Aynur Şahin, Nihal Çintay Ernarici, Şef Kamil Ozdemir, Murat Karahan, Aydın Demir. 50 KES JI ŞAREDARIYA ÊLIHÊ HATIN ÎXRACKIRIN Bi biryarnameya nû re 50 kes ji Şaredariya Êlihê hatin îxrackirin. Di nav karkerên ji kar hatin derxistin de dayika Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran Sultanî Acar û Hevseroka Şaxa Sendîkaya Genel Îş'ê ya Êlihê Narîn Erol jî heye.