Rojnameger Bozkûrt: Yekîtiya neteweyî dê azadiyê mîsoger bike 2017-07-15 09:11:34 STENBOL - Rojnameger Ertûş Bozkûrt bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û wiha got: "Heke kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê azadiya xwe mîsoger bikin." Rojnameger Ertûş Bozkûrt, krîza Qaterê ya li welatên kendavê, referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federe, xebatên yekîtiya neteweyî ya kurdan û amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li hemberî Efrînê nirxandin. Bozkûrt, dest nîşan kir ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan hem firsendên dîrokî hem jî talûke hene û wiha got: "Heke kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê azadiya xwe mîsoger bikin." Bozkûrt, diyar kir ku krîza Qaterê tenê Qaterê eleqedar nake û wiha got: "DYA dixwaze welatên kendavê li dor projeyekê di bin banê xwe de kom bike. Li herêmê modernîteya kapîtalîst û dewletên emperyalîst bi awayekî zêde tengavî bûne. Li hemberî vê tengaviyê daxwazên maf û azadiyê hene. Li dijî pergalê serîrakirina gel heye. Hêzên emperyalîst ên ji vê yekê ditirsin mudaxileyî Rojhilata Navîn kirin. Ji ber vê olperest û mezhebperestiya ku li serê Rojhilata Navîn bûye bela esas girtin û şerê heyî gurtir kirin. Serîrakirinên gel ji daxwazên xwe yên mafdariyî yên destpêkê dûr ketin û di bin navê mezhebparêziyê veguherîn şerê berjewendiyê yê hêzên empereyalîst. Ji van serîrakirinan ya erênî û li ser piya ma riya 3'yemîn e ku li Rojavayê wekhevî, demokrasî û gelan esas digire." 'MEBEST QATERÊ TÊXIN HÎZAYÊ' Bozkûrt, dest nîşan kir ku krîza Qaterê li Reqqa û Mûsilê bi têkçûyîna DAIŞ'ê re lezgîntir bûye û wiha axivî: "DYA û bloka girêdayî wê, hesab kir ku li Rojhilata Navîn bi awayekî zêde derdora sunnî belav bûye. Dît ku kulfeta kesên di ser şiîtiyê re siyasetê dikin zêde dibe. Îjar ji bo li hemberî vê dubare hevsengê çêbike, dubare hêzên ku li ser dewletên sunnî û mezhebên wan siyasetê dikin anîn gel hev û dixwaze vê hêzê konsolîde bike. Derket holê ku bi awayekî nepen têkiliya Qaterê bi Îranê re heye. Li ser vê welatên ereban li hev kom bûn û dixwazin Qaterê têxin hîzayê." 'HEKE TIRKIYE QEBÛL NEKE...' Bozkûrt, diyar kir ku li Rojhilata Navîn hevsengên nû çêbûne û wiha axivî: "Tu hêz nikare li gor xwe şiklekê bide Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn avaniyeke derî dewletê, hevkêşeyeke ku di demeke kurt de dikare hemû hevsengan xera bike heye. Hêzên emperyalîst, ji bo polîtîkayên netewî perde bikin mezheban bi kar tînin." Bozkûrt, dest nîşan kir ku piştî hîzakirina Qaterê dê li Tirkiyeyê krîzeke cidî xwe bide der û wiha axivî: "Dê di rojên pêş de li Tirkiyeyê hincirînek çêbibe. Dê pêwendiyên wê yên bi dozên Halkbankê û Zerab ku li DYA'yê didomin derkevin holê. Heke Tirkiye xwestekên van hêzan qebûl bike dê ev doz bên astengkirin, lê heke qebûl neke dê ev mijar têkevin dewrê. Serdana Tîllerson a Qater û Tirkiyeyê watedar e." 'LI GEL FIRSENDAN TALÛKE JÎ HENE' Bozkûrt, referandûma li Herêma Kurdistana Federe jî nirxand û wiha got: "Li Rojhilata Navîn li gel firsendên dîrokî talûke jî hene. Ji bazariya Tirkiye, Rûsya û Îranê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê derket. Ev talûkeyeke cidî ye. Di pêvajoyên pêş de dibe ku li dijî destkeftiyên kurdan hin êrîş çêbibin. Ji bo kurd li hemberî vê rawestin, tişta herî girîng xebatên yekîtiya netewî ne. Di vî warî de KNK bi awayekî cidî dixebite. Kes li dijî yekîtiya netewî dernakeve. Lê belê, herî zêde jî PDK li pêşiya yekîtiya netewî asteng e." 'WÊ PLATFORMA YEKÎTIYA NETEWÎ PÊK BÊ' Bozkûrt, dest nîşan kir ku dema kurd bixwazin dikarin di nav mehekê de yekîtiya xwe ya netewî çêbikin û wiha axivî: "Dikarin huqûqên xwe yên netewî diyar bikin. Li gor vê huqûqê jî dikarin çarenûsa xwe li gor xwe îlan bikin. Dema kurd vê yekîtiya xwe çêbikin wê demê ne Tirkiye ne jî Îran dê pir nikaribin tiştekî bikin. Li qada navnetewî jî zemîna vê yekê heye." Bozkûrt, dest nîşan kir ku xebatên yekîtiya netewî yên KNK'ê xebatên dîrokî ne. Bozkûrt got ku, dê di rojên pêş de "Platforma Yekîtiya Netewî" pêk bê. 'DIVÊ PARLEMENTO BIRYARÊ BIDE' Bozkûrt, balê kişand ser krîza siyasî ya li Herêma Kurdistana Federe û wiha axivî: "Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê hatine pelaştin. PDK bi jiholêrakirina van her du saziyan, hema bêje dînamît xistiye bin partiyên siyasî yên li Başûr. Ev dînamît dem bi dem diteqin û bi xwe re texrîbatên mezin tînin. Partiyên li Başûr, diyar dikin ku divê parlemento biryara referandûma serxwebûnê wergire. Ji bo vê yekê jî şerta ewil vekirina parlementoyê ye. Biryara ku ji aliyê parlementoyê bê wergirtin, dê ji aliyê dewletên navnetewî ve jî bê qebûlkirin. An jê dê tu bendîkariya (girêdarî) vê biryarê tune be. PDK, bi girtina parlementoyê derbeya herî mezin li xwe xist." 'HEKE YEKÎTIYA NETEWÎ ÇÊBIBE...' Bozkûrt, diyar kir ku heke di navbera kurdan de yekîtiya netewî çêbibe dê talûkeyên mezin xwe bidin der û wiha got: "Heke yekîtiya netewî çêbibe, dê kurd îro ji 10 mafên xwe yên doza wan dikin her 10'an jî bi dest bixin. Lê heke çênebe, dê nêviyê wan daxwazan bi dest bixin. Ev jî ji bo kurdan tê wateya teseliyê. Lê heke yekîtiya netewî çêbibe dê kurd azadiya xwe mîsoger bikin." Bozkûrt amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li hemberî Efrînê jî nirxandin û wiha axivî: "Heke DAIŞ li Reqqayê di warê leşkerî de têk biçe, dê faşîzma DAIŞ'ê ya leşkerî têk biçe. Wê pêvajoya piştî DAIŞ'ê jî bibe pêvajoya muzakereyan. Wê geşedanên siyasî şikil bigirin. Bidestxistina Reqqayê li Rojhilata Navîn tê wateya zelalbûna kevirekî sereke yê din jî. Di vê pêvajoyê de wê Tirkiye heta ku ji dest bê dijminahiya xwe ya ji bo kurdan zêdetir bike. Destkeftiyên li Rojava û Başûr wek tehdîdê dibîne. Li Bakur her roj êrîşan dike. Hemû hêza xwe seferber dike. Di vê pêvajoyê de dixwaze sûdê ji karambolê wergire û êrîşî Efrînê bike." Bozkûrt, dest nîşan kir ku hêzekî Tirkiyeyê ku bêyî destûra Îran û Rûsyayê êrîşî Efrînê bike tune ye û wiha domand: "Li vir li hemberî êrîşa Îran û Rûsyayê ya Efrînê, dê Tirkiye li Îdlîbê çi qasî alîkariya van hêzan bike; bazariyeke wisa heye. Ev bazarî di ser Tirkiye, Îran û Rûsyayê de tê kirin. Dihat payîn ku li Astanayê ev rewş zelal bibe. Li vir Rûsya bi Îran û Tirkiyeyê re axivî; lê belê ev biryar jî tevî DYA'yê wergirtin. Jixwe Astana belav bû. Lê di rojên pêş de heke Tirkiye firsendê bibîne dibe ku li hemberî Efrînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê bike. Hîn jî bazara ji bo vê yekê didome." 'WÊ BERTEKÊN TUND BÊN NÎŞANDAN' Bozkûrt, dest nîşan kir ku heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike, dê hemû kurdên li cîhanê bertek nîşan bidin û wiha axivî: "Heke li hemberî Efrînê êrîş çêbibin, dê Tirkiye encameke serketî bi dest nexe. Çimkî polîtîkayên wê yên Sûriyeyê yên 7 salan ev tiştan nîşanî me dide. Heke li hemberî Efrînê êrîş çêbibe dê kurd ji bertekên li hemberî êrîşên Kobaniyê bêtir bertekan nîşan bidin. Her wiha dê hêzên navnetewî jî bertek nîşanî Tirkiyeyê bidin."