Baysal: Ne mafê kesî ye ku îskana derqanûnî jî birûxîne 2017-07-15 09:12:04 STENBOL - Endamê Parastina Bajêr a Stenbolê û Pisporê Herêmî yê AGFE ya Tirkiyeyê yê berê Cîhan Ûzûnçarşili Baysal, diyar kir ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de mafê hêwirandinê wek mafekî sereke hatiye parastin û wiha got: "Îskan û dagiriya derqanûnî jî di nav de mafê tu kesî tune ye ku bê û jîngeha we bi ser we de xera bike." Neteweyên Yekbûyî (NY), di biryara jimare 1993/77'an a Komîsyona Mafên Mirovan de li ser mijara tehliyekirina bi darê zorê rawestiyeya û diyar dike ku bi vê biryarê tehliyekirinên bi darê zorê mafê jîngehên kêrhatî ewil wek binpêkirinê û wek pêkareke (faktor) ku piştevaniya diyardeya bêmaliyê qebûl kiriye. Komîteya Mafên Aborî, Civakî û Çandî yên NY'ê Şîroveya Giştî ya Jimare 7'an ku di sala 1997'an de esas girtibû piştrast kir û ji bo terma tehliyekirinên bi darê zorê ev pênase bi kar anî: "Bêyî riza kesan, malbatan an jî civatan hebe derxistina ji mal an jî xaka ku li ser bi awayekî demborî an jî daîmî rûdinên an jî bêyî ku awayên huqûqî û awayên parastinê yên din bên peydekirin." Endamê Parastina Bajêr a Stenbolê û Pisporê Herêmî yê Desteya Şêwirdaran a Tehliyeyên Bi Darê Zorê (AGFE) ya Tirkiyeyê yê berê Cîhan Ûzûnçarşili Baysal, got ku mafê hêwirandinê di Danezana Mafên Mirovan a 1948'an de wek mafekî sereke hatiye parastin. ‘NE MAFÊ KESÎ YE KU JÎNGEHA WE XERA BIKE' Baysal, diyar kir ku dema ku mafê jîngehê bê binpêkirin mafê jiyanê jî tê binpêkirin û wiha got: "Ger dewlet an jî hikûmet ji bo vê yekê derfetan peyde neke mirov li gor şert û mercên xwe dikarin jîngehekê çêbikin û tê de bijîn. Dagirî û îskana derqanûnî jî wek mafekî bi kar anînê dikare bê nirxandin. Di danezanê de tê gotin ku berpirsiyariya yekemîn a dewletan ew e ku vê yekê ji bo welatiyên xwe veguherînin mafekî qanûnî. Yanî dagirî û îskana derqanûnî jî di nav de kes nikare bê û jîngeha we bi ser serê we de birûxîne." ‘RAPOR DI PÊVAJOYÊN HUQÛQÎ DE DIKARE BÊ BIKARANÎN' Baysal, balê kişand ser rapora ku Raportorê Mafê Jîngehan ê NY'yê Mîloon Kotharî di sala 2007'an de weşandibû û wiha got: "Di raporê de tê diyarkirin ku ka tehliyekirina bi darê zorê çawa tê kirin an jî ji bo çi tê kirin. Projeyên bi armanca pêşveçûyînê jî rê li ber tahliyeyên bi zorê vedikin. Yanî îro mirov ji ber projeyên ku jê re veguherandina bajêr tê gotin û projeyên megayî ji cihê xwe dibin û malên wan tên rûxandin. Raportorê mafê jîngehê, di rapora xwe de diyar dike ku heke li wir ji bo cemaweriyê fêdeyeke zêde hebe, heke herêma erdhejê, lehiyê be divê bê tehliyekirin. Bes di wan şertan de tehliyekirina bi zorê tê kirin. Dema tê kirin jî divê jîngehan bidin wan mirovan. Jîngeha ku tê dayîn jî divê xwegihandina mafên din jî asteng neke. Yanî divê ne jîngeheke ku li dera han a bajêr be û bi vê xwegihandina perwerdehî, tenduristiyê û îstihdamê divê pêkan be." Baysal, anî ziman ku paşê ev rapora ku Kotharî weşand li gelek welatan di pêvajoyên huqûqî de hatiye bikaranîn. Baysal, got ku di encamê de destkeftiyên huqûqî bi dest ketine. Baysal, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ewil ev rapor ji aliyê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê ve hatiye wergerandin û divê raporeke wisa girîng di dozên huqûqî de bê bikaranîn. Baysal, da zanîn ku komîteya eleqedar di salên 2004 û 2014'an de 2 raporên girin ên din jî weşandine û divê demildest ev rapor li Tirkiyeyê bên wergerandin. ‘KONYA LI KU SÛR LI KU' Baysal, anî ziman ku hemû çerxên aboriya Tirkiyeyê li ser înşeatê digerin û wiha axivî: "Ji ber ku di ser înşeatê re digere, vê yekê jî didin sermayeya alîgir. Û di vê çerxa ku bingeha îktîdarê xurt dike de, em ê bêtir bi rûxandina taxan û tehliyekirinên bi zorê re rû bi rû bimînin." Baysal, dest nîşan kir ku îstîmlaqkirina lezgîn gelek binpêkirinan di xwe de dihebîne û ya li Sûrê mînaka herî berbiçav e. Baysal, dest nîşan kir ku bi tehliyekirina bi zorê ya li Sûrê raçînga çandî ya bajêr tê tunekirin û hikûmet bi mîmariya Osmanli û Selçûkiyan dixwaze çanda bi sedan salî tune bike. Baysal anî ziman ku mînakên mîmariyên li Konyayê li Sûrê tên çêkirin û wiha bertek nîşan da: "Konya li ku Sûr li ku?" Baysal, balê kişand ser rûxandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê jî û got ku, bi hestên hevpar veguherandinên bajêr dikarin bên rawestandin û wiha domand: "Divê piştevaniya taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê bên kirin. Divê piştevaniya berxwedana kesên li wir bê kirin. Û divê serî li hemû mekanîzmayên huqûqî û navnetewî bê dayîn û em bikaribin ji kîjan mekanîzmayê hêzê wergirin divê em biçin wir."