Sendika.orgê ji ber sansuran serî li Guinnessê da 2017-07-15 09:15:13 STENBOL - BTK'ê 52 caran sendika.org asteng kir, li ser vê sansurê sendika.orgê serî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê da. Saziya Ragihandin û Teknolojiyê û Zanyariyê (BTK) 52 caran endika.org sansur kir û malpera wan asteng kir, li ser vê xebatkarên malperê serî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê dan. Ev cara yekemîn e ku li Tirkiyeyê serlêdanek wiha pêk tê, heke bê qebûlkirin dê sansura li qada navneteweyî jî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Edîtorê sendika.orgê Alî Ergîn Demîrhan, da zanîn ku ew dê li dijî sansurê têkoşîna xwe berdewam bikin. Demîrhan da zanîn ku sendika.org di sala 2001'an de li dijî medyaya alîgir, wekî malpereke alternatîf hatiye avakirin, di qada muxalîf de xwedî berpirsyariyek girîng e û wiha got: "Bi taybetî di berwedana Geziyê de li dijî medyaya alîgir, qadeke alternatîf e. Qada xwe ya şopandinê gelekî fireh kir. Bi mezinbûna malperê re Çapul TV jî dest bi weşanê kir û ev xebat bi çavê desthilatdariyê re diçû." 'BI NÛÇEYÊN NELIRÊTIYÊ RE SANSUR ZÊDE BÛ' Demîrhat piştrast kir ku bi berxwedana Geziyê re, pêla sansurê jî zêde bûye û wiha got: "Piştî operasyonên nelêrêtiyê zêde bûn, sansurê jî dest pê kir. Destpêkê di aliyê URL'ê de hin guhertin çêbûn û malper hat sînorkirin. Berê hinceta sansura înternetê pornoyên zarokan bû, hin sererastkirinên qanûnî pêk hatin, me dizanibû ku dê ev di gelek qadên çapemeniyê de jî bi xwe re sansuran bîne. Sansura polîtîk dest pê kiribû jixwe." 'BI DÎHA'YÊ RE EM BÛN HEDEF' Demîrhan aşkera kir ku destpêkê di 25'ê Tîrmeha 2015'an de astengiyan dest pê kiriye û wiha pê de çû: "Piştî desthilatdarî di 7'ê Hezîranê de têk çû, şerê li dijî kurdan zêde bû. Bi rabûna balafirên şer re, sansura li dijî çapemeniyê jî dest pê kir." Demîrhan diyar kir ku ew li her du aliyê Firatê jî nûçeyan çêdikin, got ku "Ji ber ku me nûçeyên Komkujiya Pirsûsê, berxwedana Kobanê û qedexeyên derketina derve çêkirine, bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê ya bi KHK'ê hat girtin re, em bûn hedef." Demîrhan destnîşan kir ku sendik.org û DÎHA bi hincetên wekî "Şer sor dikin" hatine tewambarkirin û ev tişt got: "Di serî de Rojnameya Starê, gelek malperên alîgir em hedef dan nîşan." 'REKOR LI GEL DÎHA'YÊ BÛ' Demîrhan da zanîn ku li dijî astengiyan, wan rêbazên nû didîtin û xwe digihand xwendevanan, tekane rê ew bû ku berxwedan bû. Demîrhan aşkera kir ku rekora astengiyan destpêkê li gel DÎHA'yê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê li dijî kurdan kûr bû, li dijî DÎHA'yê jî pêkanîn zêde bûn. Dîmenên pevçûnan DÎHA'yê dida. Ev jî bû sedema zextan. Piştî 48 caran hat astengkirin, hat girtin. Em heta pêvajoya referandumê 15 caran hatin astengkirin. Pişt re her roj hat girtin û me di aliyê teknîkî de xwe bi pêş xist. Bingeheke ku malperê ra bike me ava kir." Demîrhan derbirî ku li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye û ev tişt anî ziman: "Sedema me ya serî li Guinnessê dayî jî ew e, xala azadiya çapemeniyê ya ku îro Tirkiye hatiye, ev rewş e. Li Tiriyeyê zext hene, lê berxwedaneke bêhempa jî heye. Ev berxwedan aydê me hemûyan e. Ji bo ev berxwedan bê bihîsitin, me jî serlêdan kir. Ketina pirtûkê ne girîng e. Li dijî rewşê hişyarî divê, dê çapemeniya cîhanê vê bi zelalî bibîne." Demîrhan herî dawî got ku ew dê her dem heqîqetê bînin ziman û dê çapemeniya azad xebatên xwe berdewam bike.