Nûçegîhanên me hêj di bin çavan de ne 2017-07-15 09:43:04 DÎLOK - Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman li Îslahiyeyê bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj e hêj di bin çavan de ne. Nûçegîhanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat li ser sînorê Hatay û Dîlokê dema nûçe dişopandin bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj in li Miduryeta Polîsan a Navçeyê tên girtin. Rojnamegerên li ser 'fikaran' hatin binçavkirin, dê kêngê derxin dozgeriyê ne diyar e.