Parlamenterê HDP'ê Geverî hate binçavkirin 2017-07-15 10:31:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî li Enqereyê hat binçavkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Adem Geverî dema ku li Enqerê diçû konê sersaxiyê, polîsan ew binçav kir. Geverî bi hinceta ku li Şirnexê der barê wî de doz hatiye vekirin, hatiye binçavkirin û diyarbû ku Geverî wê bi pergala SEGBÎS'ê îfade bide dozger.