Denîz Kaya: Em xwedî li çalakiya Gulmen û Ozakça derkevin 2017-07-15 12:26:14 STENBOL - Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û aşkera kir ku çalakiya kedkaran 129 roj li pey xwe hiştiye û ew dê bikevin grevê. Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, Denîz Kaya daxuyaniyek da. Kaya di salvegera "hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 129 roj e di grevê de ne, polîtîkayên hikumetê rexne kir. Kaya da zanîn ku di bin navê têkoşîna bi 'FETO'yê re dibe ev îroniyeke dîrokî be û wiha got: "Hemû kedkar, şoreşger û beşên li dijî FETO'yê têdikoşiyan, di hedefa wan de ye." 'BANGA XWEDÎ DERKETINÊ' Kaya di dewama peyama xwe de bal kişand ser rewşa Gulmen û Ozakça jî û ev bang kir: "Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi vîn û berxwedaneke mezin çalakiyeke grevê dane destpêkirin, xwedî derketina vê berxwedanê peywira hemû mirovên bi rûmet e. Ev her du mirovên bi rûmet, xwedî li têkoşîna heq û hiqûqê ya kedkaran derdikevin. Em xwedî li çalakiya Nuriye û Semîh derdikevin û dibêjin ku ev çalakî çalakiya me ye, em hêzê didin çalakiya xwe. Ji îro pê de em li gel hevrêyên xwe yên kedkar in, li her zindanê, bi 3 kesan em ê 3 rojan çalakiyên grevê yên piştgiriyê bidin destpêkirin."