Parlamenterê HDP'ê Geverî serbest hat berdan 2017-07-15 13:24:33 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî ku li Enqereyê hat binçavkirin serbest hat berdan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Adem Geverî dema ku li Enqerê diçû konê sersaxiyê, polîsan ew binçav kiribû. Geverî bi hinceta ku li Şirnexê der barê wî de doz hatiye vekirin, hat binçavkirin û bi pergala SEGBÎS'ê îfade da dozgeriyê. Geverî piştî îfade dayînê serbest hat berdan. Hat zanîn ku Geverî bi hinceta “Muxalefeta li dijî qanûna 2911’an kiriye” derbarê wî de doz hatiye vekirin.