Nûçegihanên me ji Islahiyeyê birin Hatayê 2017-07-15 15:03:45 DÎLOK – Nûçegihanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat ên li Islahiyeyê bi hinceta “Gumanbar” hatibûn binçavkirin, ji Islahiyeyê birin Hatayê. Nûçegihanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat ên li ser sînorê Hatay û Dîlokê nûçe dişopindin, dema diçûn navçeya Islahiyeyê bi hinceta “Gumanbariya maqûl” hatibûn binçavkirin. Xizmên rojnamgeran aşkere kirin ku ew çûne Miduriyeta Polîsan a Islahiyeyê û rayedarên polîsan ji wan re gotiye ku wan Akman û Alayumat ji Miduriyeta Polîsan a Islahiyeyê radestî Şaxa TEM’ê ya Hatayê kirine. Nehat zanîn ku nûçegihanên me li ku tên ragirtin. Der barê birina rojnamgeran a Hatayê û pêvajoya binçavkirinê de tu agahî nayê dayîn.