Li cihê Demîrtaş Yildirim axivî: Yek rê heye ew siyaseta demokratîk e 2017-07-15 15:47:17 ENQERE - Di rûniştina taybet a meclisê de li cihê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîlê Komê Ahmet Yildirim axivî û aşkera kir ku piştî pêvajoya aştiyê hat bidawîkirin, derbe ketiye dewrê û piştrast kir ku li dijî debeyan tekane rê siyaseta demoratîk, wekhevî û bi hêzkirina edaletê ye. Di salvegera "Hewldana derbeyê de" li Meclisê rûniştinek taybet pêk hat, li ser navê HDP'ê Serokwekîlê Komê Ahmet Yildirim axivî. Yildirim destpêkê hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, wekîlên girtî, rêveberên partiyan, hevşaredarên girtî, rojnameger û Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de silav kir. Yildirim da zanîn ku heke di 4'ê Mijdarê de hevserokên wan nehatina girtin, dê li vir nehatana silavkirin, dê li vir biaxiviya na. Yildirim bal kişand ser derbeyê jî û aşkera kir ku wan gelek caran hikumet hişyar kiriye û wiha axivî: "Bi qedandina pêvajoya çareseriyê re derbe ket dewrê. Hevkariya hikumetê ya nijadperestan re kêrê welat nehat." 'DI 20'Ê TÎRMEHÊ DE DERBEYEKE DIN PÊK HAT' Yildirim destnîşan kir ku di 20'ê Tîrmehê de derbeyeke din jî pêk hatiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi vê derbeyê re hevserokên me û wekîlên me hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Rojnameger hatin girtin. Gelek kedkarên cemaweriyê yên li dijî derbeya 15'ê Tîrmehê rawestiyan, ji kar avêtin. Gelek saziyên çapemeniyê li dijî 15'ê Tîrmehê bûn, hatin girtin." Yildirim got ku "Rêya çareseriyê siyaseta demokratîk e" û wiha pê de çû: "Divê siyaseta demokratîk, wekhevî û edalet bê xurtkirin. Li tu dera cîhanê nehatiye dîtin ku bi şidet û zilmê derbe bên rawestandin. Heke wiha biçe, hûn 10 OHAL'an jî îlan bikin, dê derbe zindîbûna xwe biparêzin."