Dê di OHAL’ê de jin bêdeng neminin 2017-07-15 16:02:26 STENBOL – Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, di salvegera hewldana darbeyê de, bal kişand ser pêkutî û bêmafiyên di serdema OHAL’ê de li dijî rojnamegerên jin derketine pêş û diyar kir ku dê di OHAL’ê de jin bêdeng nemînin. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya der barê salvegera Hewldana darbeyê de, bi OHAL’ê re zext û bêmafiyên li ser rojnamegerên jin ku zêde bûne, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek rojnamegên jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Platforna Rojnamegên Jin ên Mezopotamya Reyhan Hacioglu daxuyanî xwend. Hacioglu anî ziman ku di 24’ê Tîrmaha 2015’an de, bi dawî anîna pêvajoya çareseriyê re, şerê li Kurdistanê hatiye destpêkirin, zext, binçavkirin û tundiya li ser çapemeniya kurd zêde bûye. Hacioglu da zanîn ku ev zordestî di 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê re li Tirkiyeyê hemû çapemeniya muxalîf kiriye hedef û wiha axivî: “Hikumeta AKP’ê hewldana darbeyê wekî hincet da nişandan û bi KHK’an êrîşên xwe yên li ser çapemeniya muxalîf zêdetir kir. Di rewşa heyî de li Tirkiyeyê azadiya rexnekirinê, lêpirsînê û nûçe çêkirinê ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê xebatkarên çapemiyê bi êrîşan re rû bi rû ne.” ‘ÊRÎŞ ZÊDE BÛN’ Hacioglu destnîşan kir ku bi rêya KHK’an hemû destkeftiyên jinan hatin dizîn û wiha got: “Êrîşên li ser jinan zêde bûne. Di qada çapemeniyê de, weşana jin û xebatkarên çapemeniya jinê, bûne hedefên. Gelek xebatkarên çapemeniya jinê ji kar hatin avêtin, gelek jê hatin binçavkirin û girtin. Di heman demê de pirî dezgehên weşanên çapemeniya jinan hatin girtin.” Hacioglu bal kişand ser danayên Kar ên Çapemeniya DÎSK’ê di meha Nîsanê de weşandiye jî û wiha pê de çû: “Li gorî qeydên fermî 2 hezar û 208 hempîşeyên me ji kar hatin avêtin. Zêdeyî 165 hempîşeyên me girtî ne û ji van jî herî kêm 30 rojnamegerên jin in. Bi derxistana KHK’an re 178 saziyên weşanê yên çapemeniyê hatin girtin. Di nava saziyên hatin girtin de, Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) di cîhanê de ajansa jinan a yekemîn bû, deng û navê jinan belav dikir, li Tirkiyeyê rojnameya tekane ya jinan Binevş, Bultena Mor a ÎMC TV’î û bernameya jinan a bi navê Gul û Ked a Hayatin Sesî TV’î jî hatin girtin.” ‘EM Ê BIBIN DENGÊN JINAN’ Hacioglu diyar kir ku divê dimildest hempişeyên wan bên berdan û OHAL bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek lêgerîvanên heqîqetê li dijî hişmendiya 'Weke jinekê bêdeng be', dê xwedî deng û gotina jinan derbikevin û vê soza xwa nû dikin. Dê di OHAL’ê de tu carî dengê jinan kêm nebe.” Civîna çapemeniyê dirûşmên “Çapemeniya azad dê bêdeng nemîn e” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.