'Girtiyê nexweş Ozgul Yaşa serbest berdin' 2017-07-15 16:15:54 STENBOL – Çalakiya "Rûniştina F" a her hefte ji hêla Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ve tê lidrxistin, di hefteya 277'an de dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku girtiyê nexweş Ozgul Yaşa yê li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê girtî ye serbest bê berdan. Ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan, her hefte Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" li dar dixe. 277' hefte ye welatî li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin û dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalkiyê de pankarta "Tecrîd dikuje bila girtîgehên Tîpên F bên girtin" hatin vekirin û bang li rayedaran kirin ku girtiyê nexwş Ozgul Yaşa serbest bê berdan. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Stenbolê Leyla Havva Kaya diyar kir ku dewlet bi hincetên wekî derbe, OHAL îlan kiriye bi awayekî keyfî her kesî davê je girtîgehê. ‘DI ÇENGEYA WÎ DE ŞIKESTEK HEYE’ Kaya bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozgul Yaşa yê li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê jî û aşkera kir ku beşeke rûyê Yaşa, çenge, ziman, diran û guh tevizî ye û wiha axivî: "Di deng û qirikê de pirsgirêkan dijî. Her dem serê wî dêşe û bê hal e. Her çendî rapora bijîşkan jî heye, xwarinên pêwîst nadin wî." Kaya piştrast kir ku di çengeya wî de gelek şikestek hene wiha got: "Berhevkirina van şikstekan zehmet e. Divê tedawiya fîzîkî bê kirin. Bijîşkê bi wî re eleqedar dibû, ew sewqî bijîşkekî din kiriye. Lê ji bo wî doktor nehatiye şandin. Her du bijîşkan jî berpirsyariya tedawiyê negirtin ser xwe. Yaşa di halê wî de hiştin." Kaya destnîşan kir ku ji bo Yaşa bê dermankirin, demil dest serbest bê berdan.