Bi wêneyên cesedên perçekirî gef li girtiyan dixwin 2017-07-15 16:50:52 ANTALYA/ DENÎZLÎ – Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê leşkeran, gefa wêneyên cesedên ji aliyê kûçikan ve hatin parçekirin di wesayîta ringê de girtiyan xwarin. Di heman demê de li Girtîgeha Tîpî T a Denîzliyê jî 20 girtî ev 28 rojin di yek odeyê de tên girtin. Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtî bi wêneyên cesedên ku ji aliyê kûçikan ve hatin parçekirin rastî gefa leşkeran tên. Ji ber rewşa ewlekariyê jina ku dûh bi lawê xwe re axivî û naxwest navê xwe bide, diyar kir ku lawê wê gotiye di dema ew birin nexweşxanê û dadgehê, di wesayîta ringê de bi wêneyên cesedên ku ji aliye kûçikan ve hatin parçe parçe kirin gef li wan xwarine. Jina nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku lawê wê gotiye ku leşkaran bi gotina “Mêzekin dawiya van çawan bû. Hûn jî hay ji xwe hebin” gef xwarin e. Jina nexwest navê xwe bide da zanîn ku her roj li girtîgeha Antalyayê pêkutiyên nû dixin dewrê û wiha got: “Divê dimildest rayedar çareseriyekê ji vê rewşê re bibîn in. Bang li raya giştî dikim ku li dijî îşkencê û muamelaya xirab dengê xwe bilind bikin.” DENÎZLÎ Li Girtigeha Tîpî L a Antalyayê jî, di 17 Hezîranê de 20 girtiyên sîrgûnê Girtîgeha Tîpî T a Denîzliyê hatin kirin, ev 28 rojin di yek odeyê de tên girtin. Hanim Muratogku, dayika Halît Muratoglu ku bi telefonê bi lawê xwe re axivî û wiha got: “Lawê min piştî hat sîrgûn kirin, 10 rojan di hucreya yek kesî de rastî îşkenceya fîzîkî hat. Hîna bi tena serê xwe di hucrê de tê girtin û rastî pêkuteya xerab tê.” Dayik Muratoglu anî ziman ku lawê wê gotiye ku ji ber bi tena serê xwe dimîne, diltengiya dijî. Dayik Muratoglu banga hestiyariyê li mafê mirovan kir. Derbarê mijarê de em li her du girtîgehan geriyan, lê bi hinceta rayedarên girtîgehê tuneye, hevdîtin nehat qebûl kirin.