Nûçegihanên me li ser 'îxbarê' hatine binçavkirin 2017-07-15 19:07:58 HATAY - Parêzer Suphî Zarîf li Muduriyeta Polîsan a Hatayê bi nûçegîhanê me yên hatin binçavkirin re hevdîtin çêkir û dest nîşan kir ku bereksê nûçeya ku Ajansa Anadolû û DHA'yê bi awayê "PKK'yiyên li wan dihat gerîn" dane, der barê wan de tu biryareke lêgerînê tune ye. Zarîf, got ku li ser îxbarekê hatine binçavkirin. Roja pêncşemê nûçegîhanên me Nûrî Akman û Erdogan Alayamût li Îslahiyeyê bi hinceta "Gumanbarên maqûl" hatibûn binçavkirin û paşê ew birin Hatayê. Hat hînbûn ku der barê her du nûçegîhanên me de tu biryara lêgerînê tune ye. Parêzer Suphî Zarîf li Muduriyeta Polîsan a Hatayê bi nûçegîhanê me yên hatin binçavkirin re hevdîtin çêkir û ragihand ku rewşa Akman û Alayamût baş e. Parêzer Zarîf, diyar kir ku dema binçavkirinê ji Alayamût re tê gotin ku "derbarê we de îxbar" heye û der barê wan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" kirarî hatine destpêkirin. AA Û DHA HATIN DEREWANDIN Zarîf, diyar kir ku der barê Akman û Alayamût de berê bi tu awayî biryara zevtkirinê tune bûye û nûçeya ku Ajansa Anadolûyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) bi awayê "PKK'yiyên li wan dihat gerîn" dabûn derewand. Parêzer Zarîf, diyar kir ku hîn jî amûrên nûçegîhanan me ku hatibûn desteserkirin tên lêkolînkirin û hîn îfadeya wan nehatiye wergirtin.